Şîlan Topal a hatibû revandîn hat dîtin

Şîlan Topal a ji aliyê Mîthat Topalê li Şîşliyê bi taksiyê hatibû revandin, hat rizgarkirin.

Navenda Nûçeyan- Şîlan Topal a li Şîşliya Stenbolê ji aliyê hevserê xwe ku di pêvajoya telaqê de hatibû revandin, hat rizgarkirin. Dema ku Şîlan Topal li ber mala malbata xwe ya li kolana Mahmut Şevket Paşa rûniştibû, ji aliyê Mîthat Topal ê ku 9 meh berê ji bo hevberdanê serlêdan kir û kesên ku pê re bûn, bi zorê li taksiyê hat siwarkirin û hat revandin. Li ser agahdarkirinê, tîmên polîsan ji bo bigihîjin Şîlan Topal dest bi xebatê kirin. 
Di encama şopandina teknîkî û fîzîkî de, navnîşana li Gazîosmanpaşa, ku Şîlan Topal lê hatibû revandin gihîşt û Şîlan Topal hat rizgarkirin. Hate hînbûn ku tenduristiya wê baş e.
Mîthat Topal û kesekî ku pê re bû, ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û birin qereqolê.
Dozger ji bo îfadê Şîlan Topal sewqî Edliyeya Çaglayanê kir. Di vê navberê de, Şîlan Topal pirsên rojnamegeran bersivand û got, “Ez ji bo ku rizgar bûm, kêfxweş im. Ez dixwazim cezayê pêwîst bê dayîn. Ez tenê dixwazim bigihijîm zaroka xwe.”
Îşlemên Mîthat Topal û gumanbarê din hêj li qereqolê dewam dike. Xebatên ji bo girtina kesê sêyemîn ku alîkariya Mîthat Topal kir û hîn jî nehatiye girtin didome.