Şîlan Kobanê li warê xwe hat bîranîn
Têkoşer Şîlan Kobanê û hevriyên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl li Kobanê hat bi bîr anîn.
Kobanê – Ji damezerînerên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Meysa Baqî bi nasnav Şîlan Kobanê 29`ê Mijdara 2004`an de li gel 4 hevalên xwe, di encama kemîneke hevbeş a di navbera rejîma Baas, dewleta tirk û PDK`ê de jiyana xwe ji dest dan. Bi vê wesîleyê îro PYD`ê li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido Şîlan Kobanê û hevriyên wê, bi bîr anîn. Di bîranîna bi deqeyek rêzgirtinê despê kir de Rêveberiya Xweser, sazî û rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û malbatên canogriyan amede bûn. Pişt re hevseroka meclîsa PYD`ê ya herêma Firatê Bêrîvan Ismayîl li ser bîranîna wan axivî.
Bêrîvan Ismayîl giringiya rola Şîlan Kobanê di hîmê bingehîn ê avakirina rêveberiya xweser de anî ziman û wiha got: "Têkoşer Şîlan bingeha pirojeya netewa demokratîk di partiya me de ava kir. Heger em weke partî heta roja îro têkoşîna xwe didomînin, ev yek xwe dispêre keda her pênc hevalên me. Ji lewra emê xwedî li şehîdên xwe derkevin û layîqî têkoşîna wanbin. Em soza xwe nû dikin ku emê doza wan bilindtir bikin û armanca wan bi cih bînin."
Her wiha endamê PYD`ê Bekir Îsa û hevserokê meclîsa PYD`ê ya herêma Firatê Ehmed Şêxo jî axaftin kirin.
"Emê xeta Şîlan û hevalên wê biparêzin"
Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî jî bal kişand ser pêvajoya niha û giringiya wê ji bo gelê Kurd wiha anî ziman: "Wê demê 5 hevalên ku em îro wan bi bîr tînin xwestin ku kongreya PYD`ê li darxin da ku sererastkirineke nû çêkin. Lê ew heval di encama îxanet û hevkariya bi dijmin re jiyana xwe ji dest dan. Mixabin ku em di roja îro de dibînin dîrok dubare dibe, careke din heman şêwazî di 2004`an de hat bi kar anîn îro jî tê bi kar anîn. Têkoşer Şîlan ji bo pêşketina siyasî canê xwe feda kir, li ser vê bingehê weke partiyeke siyasî û malbatên şehîdan jî ji me tê xwestin ku em xeta sêyemîn ku me ji destpêkê de hilbijart mezin bikin. Emê xeta Şîlanan bişopînin û destkeftiyên ku îro di destên xwe de biparêzin."
Bîranîn bi siloganên "Şehîd namirin", "bimre îxanet" û "berxwedan jiyan e" bi dawî bû.