Şêwra Jinên Kurd mijarên di rojevê de dinirxîne
Şêwra Jinên Kurd li Holandayê civiya û mijarên di rojevê de nîqaş kirin. Di despêkê de Hevseroka KNK’ê Zeynep Mûrad nirxandinên giring kir û got: “Li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê êriş hene û polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Dewleta Tirk biryareke bi vî rengî wergirtiye. Gelo li dijî van êrişan rola me jinan çi ye? Bi rêxistinî, bi têkoşînê em dikarin li ber van êrişên dagirkeriyê rabin. Emê li vê şêwirê van mijaran nîqaş bikin.”
Navenda Nûçeyan – Şêwra Jinên Kurd a li Ewropayê ya li dijî dagirkirina Kurdistanê bi beşdariya nûnerên gelek saziyên jinên Kurd li Hollandayê dest pê kir. Di şêwra jinên ji çar paraliyên Kurdistanê lê amade bûne de li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ji bo têkoşîna hevpar bang hate kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li ber sirûda neteweyî ya Kurd 'Ey Reqîp' Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeynep Mûrad destpêkê axivî.
“Divê em jin li hemberî dagirkeriyê zêdetir bibaldarî bisekinin”
Zeynep Mûrad balkişand ser hesasbûna pêvajoyê û ev nirxandin kir: "Em di pêvajoyeke hesas û kirîtîk de ne. Dewleta Tirk rojane êrişî gelê me dike. Li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê êriş hene. Polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin. Dewleta Tirk biryareke bi vî rengî wergirtiye. Gelo li dijî van êrişan rola me jinan çi ye? Bi rêxistinî, bi têkoşînê em dikarin li ber van êrişên dagirkeriyê rabin. Divê em jin îro li vê şêwrê nîqaş bikin, analîzan bikin û bi biryareke cidî helwesta xwe ya li dijî dagirkeran bi şênberî nîşan bidin."
Siyasetmedar Tûba Hezer jî anî ziman ku dewleta Tirk bi salan e li Bakurê Kurdistanê komkujiyan dike û jin timî li ber vê yekê radibin.
“Ya giring ewe em jin di ferqa hêza xwe de bin”
Berdevka Kongreya Star a li Ewropayê Dilşah Osman jî têkoşîna jinan a bi salane li hemberî mêtîngeriyê dewam dike bibîrxist û ev tişt anî ziman: "Jinên Kurd li Rojava bi têkoşîna dijî DAÎŞ'ê mohra xwe li cîhanê xist. Bû sembolek, bû çavkaniya sûdwergirtinê. Îro jî jin bi têkoşîneke hevpar dikarin li ber dagirkeran rabin. Ya pêwîst ew e ku haya me ji hêza me hebe."
“Jin dikare pêşengiyê ji têkoşîna li hemberî dagirkeriyê re bike”
Haskar Kirmizigul jî bi navê Jineolojiyê axivî û bal bire ser dîroka têkoşeriyê ya jinên Kurd. Haskar Kirmizigul anî ziman ku jinên Kurd pêşengiyê ji şoreşa li Kurdistanê re dikin. Haskar Kirmizigul destnîşan kir ku jin xwedî wê hêzê ne ku îro jî pêşengiyê ji têkoşîna li dijî dagirkeran re bike.