Şewba kolerayê li Sûdanê belav dibe: Li Kordofana Rojava 23 kes mirin
Li Sûdanê ji ber şerê berdewam krîza tenduristiyê kûrtir dibe. Tenê li gundên Kordofana Rojava zêdetirî 310 bûyerên kolerayê û bi dehan mirin hatin tomarkirin; kêmbûna derman û zehmetiyên veguhastinê jî jiyana nexweşan dixe metirsiyeke mezin de.
Navenda Nûçeyan — Li Sûdanê, şerê berdewam ê di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de belavbûna kolerayê leztir kir. Ev rewş dibe sedema xirabtirbûna rewşa tenduristiyê û hilweşîna xizmetên bingehîn li deverên karesatê û gefê li jiyana gel dixwe.
Odeya Rewşa Lezgîn a Dar Hamar ku rêxistineke alîkariyê ya sivîl e û li Kordofana Rojava xebatan dimeşîne di daxuyaniya xwe de ragihand ku li gundên Humeyr û Hallet Huseyîn ên li herêma El-Udaya 23 kes mirine û zêdetirî 310 bûyerên kolerayê û gumanên wê hene. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pirsgirêkeke giran a dermanan heye û di veguhestina nexweşan de zehmetiyên mezin tên jiyîn.
Odeya Rewşa Lezgîn îro ragihand ku rewşa tenduristiyê li gundê Humeyrê xirabtir dibe; li navenda îzolasyonê 120 bûyerên gumanbar hatine tesbîtkirin û 11 kes jî mirine. Rêxistinê tekez kir ku li navendê şilavên damarî û dermanên girîng nînin û bi zêdebûna hejmara bûyeran re xeterî mezintir dibe.
Li herêma Hallet Huseyînê jî zêdetirî 190 bûyerên kolerayê û 12 mirin hatin tomarkirin. Nexweşên giran ji ber astengiyên veguhastinê nikarin bigihîjin nexweşxaneyan û qeyrana xurekê hinek malbat neçar kiriye ku zarokên xwe bi xwarina ajalan xwedî bikin. Rêxistinê banga alîkariya bijîşkî û xurekî ya lezgîn kir.
Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koordînasyona Karûbarên Mirovî (OCHA), di meha Tîrmeha borî de têkildarî windahiyên mezin ên sivîlan ên ku ji ber berdewamiya şer û belavbûna nexweşiyan rûbirû dimînin, hişyarî dabû. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ragihandibû ku li Sûdanê 1 hezar û 330 bûyerên kolerayê yên piştrastkirî û 114 mirin tomarkiriye.
Li Sûdanê, ji 15’ê Nîsana 2023’yan û vir ve di navbera Hêzên Piştgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê de şer û pevçûn berdewam dikin. Di van şer û pevçûnan de bi deh hezaran kes mirine û nêzî 13 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûne.