Şewat li Navenda Stargehê belav bû koçber hatin tehliyekirin

Şewata ku li qada daristanî ya li navçeya Belkîs (Nizip) a Dîlokê derket, li navenda Stargeha Demkî belav bû. Di şewata ku derket de 2 konteyniran zirar dît, koçber hatin tehliyekirin.

Navenda Nûçeyan - Li Taxa Belkîsê ya navçeya Belkîs (Nizip) a Dîlokê li qada daristanê şewat derket. Ji ber bandora bayê şewat li Navenda Stargeha Demkî belav bû. Li ser agahiya kesên derdorê ekîbên Midûriyeta Rêveberiya Daristanên Dîlokê, Şaredariya Bajarê Mezin û Şaredariya Nîzîpê sewqî herêmê kirin. Şewat piştî mudaxeleya 2 saetan bi makîneyên kar hat kontrolkirin.

Koçber hatin tehliyekirin

Koçberên Sûriyeyî yên li stargehê ku ji şewatê bi bandor bûn, bi wesayîdan hatin tehliyekirin. Di şewata ku hê jî sedema wê nehatiye zelalkirin de 5 hektar zeviyên çandiniyê, 10 donim qadên daristanî, 2 konteynirên li navenda stargehê û tankeke sotemeniyê zirar dîtin. Li herêmê xebatên vemirandina agir berdewam dikin.