Şevbêrka 4’ê Nîsanê: Dayik ji bo Abdullah Ocalan strîn

Kongra Star bi Saziya Malbatên Şehîdan û Tevgera Çand û Hunerê re di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 4' ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de şevbêrkek pêk anî.

Hesekê – Kongra Star bi Saziya Malbatên Şehîdan û Tevgera Çand û Hunerê re di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo 4'Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şevbêrkek pêk anî. Di şevbêrkê de dayikên ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di salên 90’î de dîtine, helbestvan û dayikên gerîla û dengbêjên Kurd amade bûn.

‘4’ê Nîsanê roja vejîna zihniyeta demokratîk e’

Endama Rêveberiya Kongra Star Rîma Îsa wiha got: "4' Nîsanê roja vejîna zihniyeta demokratîk e. Bi vê felsefeyê îro jin civaka xwe perwerde dikin û birêve dibin, civaka xwe birêxistin dike. Îro bi vê şevbêrkê em bernameya 4' Nîsanê bi dawî dikin û pîroz dikin."

Dûre şevbêrka hunerî bi pêşkêşkirina helbest û stranên dengbêjî yên Kurdî dest pê kir.

Dayikên ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan dîtibûn roja 4' Nîsanê li tevahî gelê cîhanê pîroz kirin û soza bilindkirina asta têkoşîn û berxwedanê dan.

Şevbêrk bi pêşkêşkirina stran û helbestan bi dawî bû.