Şeşemîn Festîvala Pencewînê hat lidarxistin

Li Pencewînê festîvala şeşemîn a Pêncewînê hat lidarxistin û di festîvalê de berhemên destên jinan, xwarinên Kurdewar û albumên dêrîn ên Pencewînê û stranên resen hatin pêşandan.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Pencewîn- Roja pênşemê ji bo gelê Pencewînê rojeke cuda bû, ji ber ku xelkê wê li seranserê bajar û bajarokan hatin Pencewînê da ku beşdarî festîvala şeşemîn a Pencewînê bibin. Di festîvalê de gelek berhemên destan, xwarinên Kurdewarî û berhemên cur be cur hatin pêşandan û gelek kes ji bajar û bajarokên cuda beşdar bûn.

‘Li vê derê hemû kes berhemên xwe didin nasîn’

Terza Osman jinek ku bi berhemên destên xwe beşdarî festîvala Pencewînê bûye  wiha got: “Ez bi berhemên xwe beşdarî festîvalê bûm û ev cara yekem e tevli dibim. Ev roj ji bo me rojek gelek girîng e. Ji ber salane xelkên ku ji derveyî Pencewîn tên û kom dibin û li vêderê hevdû di nasin û kar û berhemên xwe didin nasindan.”

‘Ez gelek kêfxweş im ji bo vê rojê’

Hunermendên ku ji derveyî Pencewînê hatine û beşdar bûne jî hene. Hunermenda şêwekar Jawan Baqî ya kubi xwe li Silêmaniyê dijî û li gel hevalên xwe yên şêwekar beşdarî festîvala Pencewînê bûye wiha got: “Ez bi çend tabloyên xwe beşdar bûm, gelek kêfxweş im di vê rojê de behsa girîngiya festîvalê dikim. Ji ber di aliyê dîrokî de Pencewîn bi nav û deng e. Ev cureyên çalakiyan wisan dikin ku em hev nas bikin û bi hev kêfxweş bibin.”