Şervîn Nûdem: Sara navê serhildanê ye

Endema Akademiya Jineolojî Şervîn Nûdem ya ku Sakîne Cansiz nas kiriye, got “Sara navê serhildanê ye” û destnîşan kir ku ew bi ked, têkoşîn û mîrateya li pey xwe hişt ji bo avakirina konfederalîzma demokratik ya jinên cîhanê hê pêşengiyê dike.

JÎNDA AMARA

Navenda Nûçeyan- Yek ji damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Fransa ya Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Li ser qetilkirina her sê jinên şoreşger 11 sal derbas bû dewleta Fransayê ku ji vê komkujiyê berpirsiyare derbarê dewleta Tir de tu lêpirsînek nevekir. Îsal jî rêheval û dostên her sê şoreşgeran ji bo bîranîna wan daketin qadan û ji kujeran hesab xwestin.

Bi boneya salvegera komkujiya yekem ya Parîsê em bi endema Akademiya Jineolojiyê Şervîn Nûdem ku Sakîne Cansiz ditiye re axivîn.

‘Sara navê serhildanê ye’

Şervîn Nûdem di destpêka axaftina xwe de di şexsê Sakîne Cansiz de Evîn Goyî, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bibîranî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Her çar şoreşger dîrok nivîsandin her yek bi xweşikbûn û zanebûna xwe bûn pêşengê şoreşa jinê ku heya îro berdevam dike. Bê guman bingeha wê heval Sara ava kiriye. Hevala Sara bi tekoşînê xwe ji paşwerûtiya civakê azad kir û bi tekoşîna xwe li hember pergalek faşist ku dixwaze nasnameya Kurd ji holê rake sekinî. Em dikarin bibêjin ku heval Sara li hember hemû neheqiyên ku li dijî xweza jin û mirovahiyê tê kirin serhildanek e. Her wiha bi vê serhildanê re xwe berpirsiyar didît ku tiştê nû bi afirîne.”

‘Li hember neheqiyê tu caran gav paş ve neavêt’

Şervîn Nûdem wiha domand: “Dema li kesayeta heval Sara meyze dikî tiştê destpêkê tê bala mirov serbilindî ye. Ji ber vê li hember neheqiyê tu carî gav paş de neavêt. Dema li ku derê şaşîtî hebûya yan jî mafê kesek dihat binpêkirin heval Sara yekser mûdaxale dikir. Mînak heval Sara di destpêka tekoşîna azadiya jin û Kurdîstanê de hertim ev tişt digot di destpêkê de tiştek me tune bû, me tenê dizani bû divê cîhanê de tiştek şaş heye û em jî tiştekî rast dixwazin. Ji malbat bigre heya dewletê herkes li hember me bû lê di rastiya PKK û felsefeya Rêber Apo de ev bawerî heye ku em li hember kêmasiyan çav nagrin, li ku derê pêwîstî hebe em li vê derê bin û nêrînên xwe azad bînin ser ziman.”

‘Di aliyê birdozî de zelal bû’

Şervîn Nûdem di berdevamiya axaftina xwe de behsa kesayeta Sakîne Cansiz kir û diyar kir ku di kesayeta Sakîne Cansiz de tu carî guman jiyan kirin nîn bû ji ber ku di aliyê birdozî de zelal bû. Şervîn Nûdem wiha gotinê xwe domand: “Ji ber ku baş dizani bû ji bo avakirina şoreşa jin û Kurdistanê çi pêwîst dike dikir, bi vê fikrê jiyan dikir û di kesayeta xwe de dabû rûnişkandin. Gumana wê her tim ev bû ku vê şoreşê li ser kîjan bingehek saxlem ava bikin, pêş bixin ji bo vê bi herkesî re diket nav dayîn û standinê. Heval Sara di têkiliyên xwe de tu sînor avanekir bi jin, zarok, civan, pîr kalan re bi kurtasî herkesî re dayîn û standina wê hebû. Sînorên ku pergal dixwaze ava bike heval Sara wan derbas kir û bin xist. Em dikarin wek kesayetek jina azad pênase bikin. mînak em behsa pênç rêgezên birdoziya jina azad dikin. Di milê welatparêzî, avakirina evîn û fikrekî azad, hêza tekoşînê, xwe rêxistinkirin û etîk û estetîka jiyanê ev hemû pênc rêgezên birdoziya jina azad heval Sara di kesayeta xwe de temsil dikir, jiyan dikir û bi kelacanek pir mezin derdorê xwe belav dikir.”

‘Di gotin, çalakî û di hevaltiya xwe de agirê şoreşê hîs dikir’

Şervîn Nûdem anî ziman ku ev derfet pê re çêbû ye ku Sakîne Cansiz bibîne û wiha behs kir: “Heval Sara di xebatên tekoşîna azadiyê de gelek qadan de kar meşand, di zindanê de mabû lê ev kelecana destpêka avakirina şoreşê hîn jî jiyan dikir. Bi vê seknî gelek kesan jî bandor dikir. Belkî di şert û mercên pir zehmet de mabû bes her lêgerînek vê hebû, di nav lêpirsînek de bû  taybet piştî komploya ser Rêber Apo, her di nav lêgerînek debû ku çawa bibe bersiv, Rêber Apo çawa fîzîkî rizgar bikin di her kêliyê de di nav lîv û tevgerê de bû. Min heval Sara wek jinek tekoşer, şoreşgerek û jinek ku di gotin, çalakî û di hevaltiya xwe de agirê şoreşê hîs dikir nas kir.”

Manîfestoya tevgera jinên Kurdistan û cîhanê

Şervîn Nûdem a got “Pirtûka ku heval Sara jiyana xwe nivîsandiye ‘Jiyana min her tim şer bû’ em dikarin wek manifestoya tevgera jinên Kurdîstan û cîhanê bigrin dest” wiha pêl da axaftina xwe: “Ji ber ku di kesayeta xwe de bandora pergalê ferk dikir û pere tekoşîn dikir, din av lêgerîna alternatîfê debû. Di eynê wextê de pênaseyek heva Sara ya heskirinê heye ku dibêje ‘heskirin kare avakirinê ye’ em divê gotinê de jî dibinin ku heval Sara derbarê heskirina rast de jî din av lihûrbûnek debû ku pênaseya heskirinê ya civaka feodal heye, pênaseya  pergala kapîtalîzmê ya heskirinê heye lê her dû jî heqîqeta heskirinê nade îfadekirin.”

Serî netewand: Tif li rûyê îşkencekar Esat Oktay kir

Şervîn Nûdem amaje bi vê yekê kir ku ew di kesayeta şoreger Sara de berxwedanê fêr bûne û sekna wê ya li henber dijmin ditîne ku di her pêwajoya zehmet de jî  rê û rêbaz tê peydakirin û pê de çû: “Em di kesayeta heval Sara de fêr bûn ku li her derê û her deme rê û rêbazên berxwedanê heye. Dema ku îşkenceyên  di zindana Amedê de ku bi îşkenceyên herî xirab re rû bi rû hatibû digot ‘Ez vê kêfxweşiyê nadim dijmin ku êşa xwe nîşan bidim’ û tif li rûyê îşkencekar Esat Oktay kir, kes cesaretî vê tiştê nedikir lê heval Sara bi cesaretek mezin li hember her îşkenceyî bi serbilindî berxwe da. Rêhavalên wê yê zindanê jî behs dikirin dogotun ku dema di zindanê de leşker û gardîyanan  di diwar de kunek wekirine li hevalên jin meyze dikin heval Sara jî vê ferq dike û rojek dema dîsa meyze dikin şîşek di çavên wa de radike. Ez vê mînakê çima didim, heval Sara ji bo rûmet, kesayet û tekoşîna xwe di eynê wextê de ji bo hêz dayîna hevalên derdora xwe rêbazên berxwedanê afirand. Dîsa rêhevalên hevala Sara digotin ku di kawişên hevalên jin de teslimiyet derneket rûxmê hemû zor û zehmetiyan, îşkenceyên ku em nikarin xeyal jî bikin dîtin dîsa jî berxwedaniyek pir mezin hat meşandin ev bandora heval Sara bû.  Heval Sara ev berxwedanî li her qadên PKK da meşandin.”

‘Li cîhê heval Sara lê bû çareserî hebû’

Şervîn Nûdem bal kişand xebatên Sakîne Cansiz a ji bo avakirina konfederalîzma demokratik ya jin û gelên cîhanê û wiha domand: “Heval Sara hertim vê tiştê dinirxand ‘Dijmin li ku derê me yê lewaz bigre divê em ev cîhê lewaztiya ku heyî em ji nûve ava bikin û vê bizivîrinin hilweşandina pergala dijminê xwe. Heval Sara ji bo hevalên xwe bû hêzek pir mezin hem di milê manevî û hem jî herkes didît ku cihê heval Sara lê ye li vir çareserî hebû ev hêz dida derdora xwe. Ne tenê di kesayetî de pêşengtî dikir di eynê wextê de rêxistinbûyîn ava dikir. Erk dida herkesî bawer dikir û dida jî. Ji gelek kesare bu hêz ku bibin xwedî helwest di tekoşîna azadiya jinê de. Bi vî rengî di nav jinên pêkhatiyên cuda jî hat naskirin, taybet dema ku li Almanya di nav jinên Ezîdî xebat dabû meşandin hem ji bo hêzkirina yekîtiya Êzîdiyan lê bi taybetî  ji bo avakirina rêxistinbûna xweser ji bo rûnişkandina pergala hevserokatî pir hewildan kir. Her wiha ji bo tekîliyên dostanî yên siyasî demdirêj da avakirin li gelek welatên mîna Katalon, Bask, Almanya li her cihê tekiliyek xurt da meşandin. Yanî em dikarin bibêjin ku di xebatên civakî de bingehek konfederalîzma demokratik ya jin û gelên cîhanê hunand.”

‘Li hemberî şahadeta heval Sara bersiva Rêber Apo pêşxistina şoreşê bû’

Şervîn Nûdem di pêwajoya ku Sakîne Cansiz û her du hevalên wê hatin qetilkirin geşedanên li Rojava û Bakurê Kurdîstanê nirxand û wiha nêrînê xwe anî ser ziman: “Pêvajoya ku heval Sara hat hedef girtin, geşedanên li rojava û Bakurê Kurdistanê ne tesadûf bû. Heval Sara û her du heval di 9’ê Çileyê de hat hedef girtin di vê demê de jî kampanyaya “An Azadî, An Azadî” hatibû destpêkirin û destkeftiyên gerîla di qada leşkerî de hatibû bi dest xistin her wiha denge lingê Şoreşa Rojava dihat bihîstin û berxwedana zindanan ku dest bi çalakiya greva birçibûnê kiribûn di encam de û dewleta Tirk mecbur mabû carekî din biçe Îmraliyê. Bê guman armanc ne çareserî bû lê pêngavek nû hatibû destpêkirin. Bersiva Rêber Apo pêş xistin û parastina şoreşê bersiv da şahadeta heval Sara. Ji xwe Rêber Apo got ‘Êrîşa li ser haval Sara di eynê wextê êrîşa li ser min bû jî’.”

‘Roza Luxemburg û hevala Sara di eynê mehê de hatin armanckirin’

Endama Akademiya Jinêolojiyê Şervîn Nûdem diyar kir ku komkujiya yekem ya Parîsê ne tenê bi destê dewleta Tirk di heman deme de destê Gladyo  û CIA jî tê heye û destnîşan kir ku hêzên Kapîtalîst tu carî jinên ku ji civakê re pêşengtî dikin napejirînin ji ber ku ne li gor berjewendiyê wan tevdigerin û wiha berdevam kir:

“Bi komkujiya yekem ya Parîsê û hedef girtina heval Sêvê, Pakîze û Fatma her wiha komkujiya duyem ya Parîsê ku di kesayeta heval Evîn de par pêk hat  re mejî û dile şoreşa jin hat hedef girtin. Armanca hêzên tarî yên mîna AKP û MHP bi qetilkirina jinên pêşeng xwest hêviya civakê bişkîne, dixwaze ji jinan re vê peyamê bide ku ger hun tekoşîn bikin emê we tune bikin. Rêber Apo hîn di sala 1990’an de diyar kiribû ku ev siyaset siyaseta Gladyo ye. Dema em roja me îro meyze dikin ev sîstem ne tenê ya AKP-MHP ye berdevamiya sîstema Gladyo û CIA’yê ye.

‘Hezên kapîtalîst destpêkê jin hedef digirin’

Ev fermana ku dibêjin destpêkê jinan bikûjin siyasetek ku demek dirêj ya bi avabûna netew-dewlet re di  rojevê de ye. Em bala xwe bidin qetilkirina heval Sara û Roza Luxemburg di eynê mehê de ye. Roza Luxemburg jî  ji aliyê hêzên tarî ên Almanya tê qetilkirin. Tiştek balkêşe ku li Almanya di pêwajoya piştî şerê cihana yekemin cara yekem berxwedanek ji bo parastina pergalek rêveberina xweser li Berlînê pêş ketibû û Roza Luxemburg wek hêza pêşeng hatibû armanckirin. Tiştê ez dixwazim bal bikşînim ewe ku pergala kapîtalîst ku di roja îro de xwe li ser netew dewlet rêve dibe, jinên pêşeng ku civakê hişyar dikin dike hedef ji ber ku ev kesayetên pêşeng ne li gor berjevendiya wan tevdigere berovajî wê li hember kapîtalîzmê tekoşînek bê hempa didin meşandin ji ber vê her bûne hedef.”

‘Tovên ku ew avêt şîn dibe’

Şervîn Nûdem destnîşan kir pergala kapîtalîst bi armanc girtina rêheval Sara xwest hem dîrok hem jî pêşeroja şoreşa jinê tune bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê em meyze dikin nifşek nû ya jinan heye mîna wek heval Sara û heval Ruken, çalakî û kesayeta wan hevalan nîşan dide ku xwedî li nav û tekoşîna heval Sara derdikevin. Her wiha ji bo avakirina konfederalîzma demokratik ya jinên cîhanê de tê xuyakirin ku heval Sara hîn pêşengiya wê dike. Ji ber ku berhemên hişt û tekiliyên dervê yên dostane ku da avakirin hîn berdevam dike. Taybet di kampanyaya “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de hatiye destpêkirin em berhemên heval Sara ya beriya 10 salan dibinin. Tovên ku heval Sara avêtiye hîn şîn dibe. Gotinek Roza Luxemburg heye ku dibêje ‘Hun dikarin gulek jê bikin lê hun nikarin pêşiya hatina baharê bigrin’ heval Sara jî vê temsil dike. Ev gul rengê xwe da biharê, dê ev bihar were. Hun gula jêbikin jî dê gulên nu vebe û ev şoreş jî wê pêş bikeve. Em ji heval Sara wiha fêr bûn.”