Şervanên YPJ’ê: Perspektîfa me ya parastinê şerê gel ê şoreşgerî ye

Şervanên YPJ’ê yên ji pêkhateyên Kurd, Tirkmen û Ereb diyar kirin ku ew ê li ser perspektîfa şerê gel ê şoreşgerî xwe ji nû ve bi rêxistin bikin û parstina welatê xwe bikin.

Hesekê - Li warê şoreşa jinan bi perspektîfa şerê gelê şoreşgerî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) xwe ji nû ve bi rêxistin dikin. Bi dirûşma; “Bi hêza jinên azad em ê şoreşa jinan û welat biparêzin, azadiya Rêber Apo misoger bikin” ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûr, Tirkmen û enternasyonal kombûna 115 delgeyan 4’emîn konferansa xwe li dar xist. Di konferansa ku di navbera 30’yê Hezîranê û 2’yê Tîrmehê de hat lidarxistin de, asteke bilind coş, moral û biryardarî hebû.

Kombûna ewqas jinên parêzvan û pêşengên şoreşê bi xwe re kelecanek mezin dida avakirin. Mijarên konferansê destpêkê bi perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peyamên rêxistinên jinan, rewşa siyasî, leşkerî, rewşa rêxistinî, bîrdozî, ji nû ve avakirin, şerê gelê şoreşgerî û plansaziya dema nû bûn. Ev mijar giştî bi awayekî berfireh hatin nirxandin.

‘Em ê welatê xwe biparêzin’

Ji delegeyên konferansê şervana YPJ’ê Beyan El Elî diyar kir ku di pêvajoyek wiha de lidarxistina konferansê ji bo wan gelek girîng e û ev nirxandin kir: “Di serî de em konferansê li rêberê xwe Rêber Apo û hemû jinên cîhanê pîroz dikin. Wê ev konferans bibe hêza serkeftinê di pratîka me ya şoreşgerî de û wê bibe wesîleya zêdetir bihêzbûna parêzvaniya welat. Em weke hêzên YPJ`ê tevlibûna hemû jinên ji pêkhateyên cuda di konferansê de girîng û watedar dibînin. Em ê bi hev re hêza parastina welatê xwe ava bikin û em ê tu carî dest ji parastina welatê xwe bernedin, bi rêxistinûnê xwe li hemû eniyan bihêz bikin.”

‘Em parêzvanên hemû jinan in’

Şervana YPJ’ê Jinan Can jî destnîşan kir ku ew kelecanek mezin ji vê kombûna hemû jinan di konferansê de digre û wê bi hev re hêza parastinê mezintir bikin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Em hejmarek wiha mezin jin li ser bingeha xurtkirina parastinê li hev kom bûne, em ê bi perspektîfa şerê gelê şoreşgerî careke din eniyên berxwedanê li hemberî her cure mêtingeriyê bihêz bikin. Em ji vê xeta parastinê bawer in ji ber wê ye ku di bedela canê xwe de em lê xwedî derdikevin û dizanin parastina hemû jinan û gelan bi perspektîfa şerê gelê şoreşgerî gengaz dibe. Em ê weke şervanên YPJ`ê ji bo hemû jinên cîhanê pêşengiyê bikin û hemû jinan dawetî eniyên parastinê dikin.”

‘Konferansa me ya ku di roja fedayîbûnê de dest pê kir li hemû jinan pîroz be’

Bêrîtan Hesekê ya ji pêkhateya Ereb jî bilêv kir ku di roja 30’yê Hezîranê de hevala Zîlan çalakiya fedayî li hemberî dagirkeriyê li dar xistiye û di roja ku weke roja fedayîbûnê tê pênasekirin de lidarxistina konferansa YPJ’ê û amadebûna hejmarek wiha zêde ya jinên parastina welatê xwe dikin, gelek giring e û wiha domand: “Roja fedayîtiyê pîroz be li hemû jinên ku parastina welatê xwe dikin her wiha li me tevan pîroz be. Em ê li ser xeta Zîlanê pergala parastinê li welatê xwe bihêz dikin.”

‘Bi hêza ku me ji konferansê girt em ê zêdetir bixebitin’

Bêrîvan Turkmen jî da zanîn ku ew weke jinên Tirkmen xwe di bin banê YPJ’ê de birêxistin dikin û parastina welatê xwe dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev konferans ji bo me moral û manewiyatek mezin e û em ê ji niha û şûnde bi hêza ku me ji enerjiya kombûna van hemû hevalên xwe yên jin girtiye; em ê zêdetir bixebitin.”