Şervanên jin: Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em axa xwe diparêzin

Bi nêzbûna salvegera rizgarkirina Minbicê re êrîşên dewleta Tirk dijwartir dibe. Şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyarkirin ku ew ê destkeftiyên xwe biparêzin û li hember her cure êrîşên li dijî xaka xwe bisekinin.

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM

Minbic- Piştî kantona Minbicê ji di sala 2016’an ve hate rizgarkirin gelek jinên Minbicê ji bo parastina axa xwe cîhê xwe di Meclisa Leşkerî ya Minbicê de girtin. Jinên ku di xeta xweparastinê bajarên xwe diparêzin bi êrîşên dewleta Tirk û çêteyên girêdayî wî rû bi rû dimînin. Şervan û fermandarên jin ên Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê êrîşên dewleta Tirk ji ajansa me re axivîn û diyarkirin ku Ew ê li hember her cure êrîşa xaka xwe bisekinin.

Fermandara Meclisa Leşkerî ya Minbicê Amara Îbrahîm got: "DAIŞê Minbicê nêzî 3 salan kontrol kir. Di wê demê de hemû cureyên zilmê li dijî welatiyan û jinan bi taybet kirin, hatin îşkencekirin recimkirin û girtinên bi zorê û bin navê Îslamê de gelê herêmê ber bi aliyên xwe ve birin lê belê em hemû dizanin ku ola Îslamê ne bi vê durûtî û hişkbûnê ye."

Ji tarîtî ber bi ronahiyê ve

Amara Îbrahîm di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li ser banga gelê Minbicê pêngava rizgarkirinê destpêkiriye û wiha berdewam kir: “Li ser banga xelkên Minbicê ku bên rizgarkirin pêngava rizgarkirina Minbicê di 1’ê Hezîrana 2016’an de destpê kir. Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Meclisa Leşkerî ya Minbicê her wiha YPJ ev pêngav birêve birin. Ji gundewaran destpê kirin heta gihîştin bajar. şervanên YPJ roleke sereke di rizgarkirina Minbicê de lîst. Jinên ku ji aliyê şervanan ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin bi hêz û îradeya  wan bandor bûn. Vê yekê gelek jin teşwîq kirin tevlî nava refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bibin. Di vir de jinan guhertina di rastiya wan de çêbû ferq kirin. Jinan ji tarîtî ber bi ronahiyê ve meşiyan."

‘Bi îrade û berxwedanê Meclîsa leşkerî hat damezrandin’

Amara Îbrahîm  wiha gotinê xwe bi dawî kir: bi vî ruhî jinan li kantona Minbicê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê damezrandin. Jinan cihê xwe di refên pêş ên eniyên şer de girtin. Piştî ku jin bûn xwedî îrade û hêz û parastina xaka xwe bûn armanca balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker. Em soz didin em ê li ser xeta berxwedanê ya ku şehîdên me destpêkirine dewam bikin û ji bo azadiyê bidest bixin her wiha parastina xaka xwe bikin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Em ê li hember her cure êrîşên xaka xwe bisekinin."

‘Berxwedana me fikrî û leşkerî ye’

Şervana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Zehra Elî jî got: "Civaka me hîn bi hin têgehan ve girêdayî ye ji ber wê berxwedana me li ser asta fikrî û leşkerî ye. Gelek jinên Kurd Ereb û Tirkmen li kantona Minbicê tevlî refên me bûne û li ser şopa me dimeşin. Em vê yekê weke serkeftinekê dibînin. Ji ber her jineke di refên me de ji bo parastina civaka xwe bike têdikoşe û têgehên şaş sererast bike. Me gelek berdêl ji bo rizgarkirina kantona Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê dane. Em li ser xeta şehîdên xwe yên xaka me bi xwîna xwe av dane ne. Em ê destkeftiyên wan bidest xistine biparêzin. Îro r Minbicê rû bi rûyê êrîşên hovane ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê. Em weke şervanên ji pêkhateyên cuda ji bo rizgarkirina vî bajarî em bûn mertal û em ê ji bo parastina wê her tiştî bikin. Ji ber me gelek ruh di ber rizgarkirina wê de feda kirine."

‘Em li ser felsefeya Jin Jiyan Azadî dimeşin’

Herî dawî şervana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Sulava Temo detnîşan kir ku ew bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” parastina xaka xwe dikin û wiha pê de çû: “Em li ser xet û felsefeya Jin Jiyan Azadî ya yek ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan e dimeşin. Ji ber ev felsefe ji destpêka xwe ve parastin û berxwedanê dike û em jî li ser vê felsefeyê parastina xaka xwe weke erkekî li ser milê xwe dibînin. Em di her rewşê de ji bo xaka xwe li ber xwe didin. Îro şervanên Mncumena Leşkerî ya Minbicê cihên xwe di tunelên şer de digrin û li hember her cure êrîşan di eniya destpêkê de ne. Em ê parastina vê xakê bi xwîna xwe bikin."