Şervanên bêrawestan ên riya heqîqetê: Gulistan û Hêro – ANALÎZ

Xwedî derketina li têkoşîna dîrokî ya Gulistan Tara, Hêro Bahadîn û Rosîda Mardînan ku têkoşîna Kurd, gel û jinên bûnê hedefa şerê cîhanê yê sêyemîn ronî kirin û ragihandin tevahî cîhanê, erkekî dîrokî ye.

BÊRÎVAN ZÎLAN

Roja 23’yê Tebaxê, rêhevalên me Gulistan Tara û Hero Bahadîn bi êrişeke nemerdane hatin şehîdxistin. Rêhevala me Gulistan Tara, bi keda ku bi salan di qada çapemeniyê de da, bi jiyana şoreşger û sekna xwe, di avakirina kevneşopiya çapemeniya azad de bû xwedî kedeke girîng. Rêheval Gulistan Tara, ji bo têkoşîna azadiyê mîrasek mezin hişt. Rêheval Hêro jî di temenê ciwan de ji bo dengê jinên Başûrî bide bihîstin, di çapemeniya azad de dest bi xebatê kir û di avakirina vê mîrasê de roleke girîng lîst. Vê êrişê careke din hevkariya TC’ya faşîst û PDK’ê eşkere kir. Van herdu hêzên ku li ser qirkirina Kurdan ketine nava hevkariya stratejîk, tevî ku bi her awayî konsepta êrişan kirine meriyetê jî, nikarin bigihîjin encama ku dixwazin. Ji ber wê yekê bi êrişkarî berê xwe dide her derê û her kesê. Hedefgirtina herdu rêhevalên me yên jin bi zanîn û plankirî ye.

Hikumeta Iraqê jî ket nava planên li dijî Kurdan

Piştî serdena şefê faşîst Erdogan a Bexda û Hewlerê, hikumeta Iraqê jî ket nava planên qirkirina li ser Kurdan. Piştî hevdîtinan, PKK ji aliyê hikumeta Iraqê ve rêxistina qedexe hat îlankirin, 3 partiyên siyasê yên li Iraqê xebatên xwe dimeşandin girt. Bi van yekan xwest nîşan bide ku bi lihevkirinê tişta dikeve ser dê pêk bîne. Bi vê yekê jî bi sînor nema, di 15’ê Tebaxê de di serokatiya Fuat Huseyîn de heyetek Iraqî, çû serdana Tirkiyeyê, li dijî tevgera azadiyê mutabaqata ewlehiyê îmze kir û bi vê yekê diyar bû ku dê êriş bidomin. Vê mutabaqata ewlehiyê ya ku bendên weke; avakirina navenda tevgereke hevpar, hevkariya di warê perwerdeya leşkerî û îstîxbaratê cih digirtin, bi tevahî xwe dispêre dijberiya Kurdan. Roja ku ji bo îmzekirina mutabaqatê hat hilbijartin 15’ê Tebaxê û ji bo îlankirina vê mutabaqatê, hilbijartina 2 wezîrên Kurd (Fuad Huseyîn û Hakan Fîdan) rewşeke sembolîk nebû. Jixwe misyona ku dewleta Tirk dide rojan û kesan diyar e. Bi peyama ku hat dayîn, hat xwestin ku were gotin dê qirkirina li ser Kurdan tam jî di roja vejînê de bidome. Ji ber vê yekê di komkujiya dawî de tiliya hikumeta Iraqê jî heye.

Iraqê bi qasî ku daxwaz û planên dewleta Tirk ên ji bo pêşerojê nebîne kor bûye

Iraq, ji rastiya xwe ya dîrokî dûr, ket nava plana ku li gorî sosyolojiya wê nîn e. Bi esasnegirtina hêzên civakî, bû perçeyek ji plana qirkirina li ser Kurdan. Ketiye rewşeke wisa ku bi qasî daxwazên dewleta Tirk ên ji bo pêşerojê nebîne kor bûye. TC, bi ruhê mîsak-î mîlî hereket dike, hewl dide beşek mezin ji Iraqê dagir bike. Şefê faşîst Erdogan, plana xwe ya 30 km. ketina Iraqê, bi awayê vekirî di rûniştina NY de bi nexşeriyan nîşan da û anî ziman.

Ya din jî her dem îlan kir ku Kerkuk bajarekî Tirkiyeyê ye, ji bo waliyek Kurd neyê hilbijartin, serî li her rêbazê da. PDK’ê ji xwe re kir darikê gebolê, Tirkmenan bi rêxistin kir hewl da tevliheviyê derxe lê bi ser neket. Tevî vê jî hikumeta Iraqê qet dengê xwe nekir. Diyar kir ku hebûna leşkerên Tirk li Başuqayê binpêkirina axa welatekî ye lê dema ku leşkerên Tirk gihîştin sînorê Amediyê, wan ji nedîtî ve hat. Bi peymana dawî re jî Başuqayê kir navenda perwerdeya hevpar.

Hikumeta AKP’ê nûnerê bîrdoziya sunî îslamîst-Tirkperest e. Tehemula van ji nasnameyên cuda yên neteweyî û baweriyan re tune ye. Ne mumkun e ku hebûna weletekî weke Iraqê ku ji aliyê neteweyan ve dewlemend e; bi rewşa heyî bipejirîne. Jixwe hikumeta Sûdanî ya pê re li hev kiriye, qaşo nûnerê baskê Şiî ye. Nakokiyên ku îslamîstên sunî di dîrokê de bi Şiiyan re jiyane tên zanîn. Ger plana qirkirina Kurdan a TC’a faşîst bigihîje serî; dê tu wate û girîngiya hikumeteke şiî ji bo Tirkiyeyê nemîne. Li cihê ku bingehek ji bo Ezidî, Kakaî, Şiî, Sunî, Kurd, Tirkmen, Ereb çêbibe û bi hev re bi awayê demokratîk bijîn, hikumeta Iraqê xwe spart bîrdoziya yekperest a Tirk. Vê rewşê di civaka Iraqê de nerazîbûnan çêkiriye. Ger ji aliyê gelên Iraqê ve li dijî vê rewşê bertekek civakî çêbibe, dibe ku hikumeta Iraqê paşve gav bavêje. Ji bo vê jî divê ji gelê Iraqê re behsa tevgera azadiyê were kirin.

PDK heta ku di polîtîkaya xwe ya hevkarî û îxanetê de îsrar bike dê winda bike

Helwesta PDK’a hevkar ku pir zêde xwe bi lihevkirina Iraq-TC’ê ve girê daye û ji bo ev yek pêk were serî li her riyê dide, êdî ji aliyê civakê ve tê zanîn û teşhîr bûye. Tenê ji bo ku mijarên di peymanê de bikevin meriyetê, Mesûd Berzanî bi xwe çû Bexdayê, hevdîtinan kir. PDK’a ku xwe dispêre xanedaniya malbatê, tu tiştekî ku bide Kurdan nemaye. Li herêmê di pozîsyona sîxuriya dewleta Tirk daye. Weke maşika Tirkiyeyê, ji bo rijandina xwîna Kurdan bûye hevpar. Di tevgerên leşkerî de ji leşkerên Tirk re rêberî dike, ji bo şoreşgerên Başûr werin qetilkirin, îstîxbaratê dide. Her dem behsa Şengal û Mexmûrê dike, van derên ku Kurd li wan bi rêveberiyên xweser dijîn, ji bo êrişan hedef nîşan dide. Her çendî hejmarek zêde ji gelê Başûr ji vê rewşê aciz bin jî hê nehatine asteke ku bertekên xwe yên civakî nîşan bidin. Ji vê zêdetir hewl didin berê xwe bidin koçberiyê û welatê xwe biterikînin. Di daxuyaniyên li ser koçberiyê yên gelek welatên Ewropayê de tê diyarkirin ku di rêza yekem a koçberan de Kurdên Başûr hene. PDK heta ku di polîtîkaya xwe ya hevkarî û îxanetê de îsrar bike dê winda bike. Gel êdî naxwaze vî barî bigre ser pişta xwe, li riyên çareseriyê digere.

Hem berxwedana mezin a Rêber Apo, hem têkoşîna destanwarî ya gerîlayan hem jî rêxistinbûn û berxwedêriya gelê Kurd, TC’a faşîst kiriye rewşeke ku nikare ji nav derbikeve. Ji bo ku vê rewşa xwe ya xirab veşêre, ji Rêber Apo dest pê kir, hewl da hemû civakê di nava tecrîdê de bigre. Pergala qirkirinê ya li Îmraliyê û polîtîkayên tecrîdê teşhîr bûne êdî. Herî dawî jî xwedîderketina li Rêber Apo ya 69 kesên xwedî xelata Nobelê, gaveke girîng bû. Paradîgmaya Rêber Apo ya ku ji hemû mirovahiyê re bûye ronahî, bi xwe re vê encamê anî.

Bê guman ev geşedan encamên têkoşîna azadiyê ne. Gerîlayên ku ji berxwedana Rêber Apo hêzê digire berxwedanekê xurt nîşan didin. Ruxmê ku her cure çek tê bikar anîn, êrişên kîmyewî tê kirin, teknîk di asta jor de tê bikar anîn, hevkarî û xiyanetê jî têkoşîna destanî ya gerîla heye. Têkoşînekê wiha dimeşîne ku li tu serdemên dîrokê de nehatiye dîtin. Ji bo bi sedan romanan, helbestan mijara çavkaniyê ye. Gengaz e ku mirov ji daxuyaniyên ji bo gerîlayên li Zapê şehîd ketine asta vê têkoşînê fam bike. Mînak şahadeta Sara Tolhildan û Alan Malazgîr ên herî dawî li qada berxwedanê ya Zapê gihiştin şahadetê rihê mezin a rêhevaltiyê nîşan dide. Her du fermandarên ku ji bo parastina rêhevalên xwe canê xwe kirin mertal asta şer jî radixîne ber çavan. Divê berxwedana bi îhtîşam ku li heremên parastina medyayê dimeşe, gerîlayên gihiştine şahadetê rast bên xwendin û weke manîfestoyek bên destgirtin.

Rosîda Mêrdîn a ji bo berxwedana gerîla hê baştir teyisandin şertên herî zehmet da ber çavan û ji bo dengê gerîlayan bigihîne her qadê têkoşînekê ji pola meşand jî ket nav karwanê şehîdan. TC ji bo bêdengkirina dengê gerîla bi taybetî berê xwe dide hevalên bi vê rengê. Rojnamegerên azad ên lêgerînvanên heqîqetê an tên qetilkirin an jî li zindanan tê xwestin ku bên teslîmgirtin. Şahadeta rêheval Rosîda, Gulistan û Hêro polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk li dijî rojnamegeran dimeşîne radixe ber çavan. Êrişa ku berê jî bi hevkariya NATO’yê li dijî saziyên ragihandinê pêk anî parçeyek ji vê konseptê bû. Ji bo ji derveyî medyaya xwe  ya hevkar ê li ser rejîma şerê taybet birêxistin kiriye hemu dengan bêdeng bike, civak ji heqîqetê bê par bimîme êrişên wî yê li dijî rojnamegeran her ku diçe zêde dibe. Lê belê çanda ku li ser şopa Gulistan û Hêro li pêy heqîqetê dimeşe jî her roj zêde dibe.

Di raya giştî ya Tirkiyeyê de ji ber rewşên aborî, civakî û siyasî nerehetiyek mezin heye. Di vê pêvajoyê de gelek çalakiyên karkeran çêbûn. Dîsa li dijî pêkneanîna biryara Can Atalay a dadgeha makezagonê, li hemberî AKP’yê ku hiqûqa xwe bi xwe binpê dike ji kesîmên cûda dengên nerazîbûnê bilind bûn. Bi êrişê ku li Meclisê kirin bertekan komkirin. Nerehetiyên li dijî rejîma heyî bi dengekî hê bilindtir derket. Lê ji bo bêdengkirina van dengan hewl didin bi riya girtinan bitepisînin. Hevpêyvînên li kolanan tê sînordarkirin û hewl didin dengê mûxalîfan neyê dîtin. Di civakê de bi awayekê zêde daxwaza hilbijartina pêşwext heye. Partiyên mûxalîf ên heyî bi awayekê têrker xwedî li daxwaza hilbijartinên pêşwext a civakê dernakeve. Bi taybetî CHP ku di warê hejmarî de partiya herî mezin a mûxalîf e adeta rojevên cûda derdixe pêş û hewl dide civakê ji rojevên bingehîn qût bike. Di rewşekî wiha de ye ku bi rojevên xwe yê hindurîn fetisî ye. Ji ber vê mûxalefeta li derdora CHP bi awayekê têrker dînamîkên civakî pêşwazî nake.

Felsefeya Jin Jiyan Azadî

Di pêvajoya derbasbûyî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşketinên girîng çêbû. Hêzên çete yên bi piştevaniya rejîma Sûriyeyê hatine birêxistinkirin bi êrişa li ser Dêrezorê re yekîtiya demokratîk a gelan hedef girtin. Rejîma Îranê jî li hemberî tengaviyên ku li hindûr dijî ji bo li heremê bibandor be hewl dide rêxistinên xwe hê çalaktir bike. Piştî êrişa dawî ya Îsraîlê her kes li bendê bu ku bersivê bide Îsraîlê, rejîma heyî stratejiya xwe ya li derveyî welat şer meşandinê domand. Dewleta Tirk jî ji bo kûrkirina êrişên bi vê rengê hewl dide, kaşo bi nermkirina rejîma Şamê hedef dike ku di vê qadê de jî destkeftiyên Kurd ji holê rake. Ji bo hikûmeta Şamê yekane riya ji aloziyê derketinê bi rêveberiya xweser diyalog kirin û qebûlkirina statuya heyî ye. 

Di vê pêvajoyê de yek ji pêşketinên girîng jî ji aliyên jinên Hindistanê ve xwedî derketina li formula Jin Jiyan Azadî ya felsefeya bingehîn a têkoşîna azadiya jin e û vê felsefeyê kirina bingehê çalakiyên xwe ye. Jinên ku ji bo xwedî bijîşka ciwan a hat qetilkirin derkevin herikîn kolanan bi yek dengê Jin Jiyan Azadî berz kirin. Ev formula bi efsûnî ya ji Rojhilatê Kurdistanê hemu cîhanê dorpêç kir, jinên li Asyayê ve jî weke felsefeyek bingehîn a jiyanê xwedî lê derketin. Di vê sedsala ku jin li derdora Jin Jiyan Azadî de yekîtiyekê kûrevî pêk anîn êrişa li dijî jinan jî zêde bû. Bi taybetî jinên ku li Rojhilat pêşengiya serhildanê kirin û vê dengê ragihandin hatin girtin. Rejîma Îranê li dijî Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî bi dayîna cezayên darvekirinê xwest berxwedana jinan tune bike. Kampanyaya Na ji darvekirinê erê ji jiyana azad re’ a li hemberî vê hat destpêkirin li gelek deverên cîhanê ji aliyê jinan ve piştevaniyê girt. Çalakiya dawî ya li Hindistanê jî bû mînaka vê ya şênber. Em tam jî di wan rojan de ne ku tespîta Rêber Apo ya ‘Dê sedsala 21’emîn bibe sedsala azadiya jinan’ lê şênber dibin. Ev jî encax dê bi şoreşa jin pêk were.

Xwedî derketina li têkoşîna dîrokî ya Gulistan Tara, Hêro Bahadîn û Rosîda Mardînan ku têkoşîna Kurd, gel û jinên bûnê hedefa şerê cîhanê yê sêyemîn ronî kirin û ragihandin tevahî cîhanê, erkekî dîrokî ye. Weke pêdîviyekê vê erka dîrokî bi weşangeriyekê ku tu rastî di tarîtiyê de nemînin, dengê têkoşîna azadiya jinan li her derê bê bihîstin em dikarin xwedî li bîranînên rêhevalên şehîd derbikevin.