Şervana YPJ’ê: Emê heta dawî liberxwe bidin
Şervana YPJ’ê Tolhildan Amed a di nav berxwedana Qereqozaxê de ye, da zanîn ku ewê êrîşên dagirkeriyê bê bersiv nehêlin û heta dawiyê liberxwe bidin.
XWÎNDA DIYAR
Qereqozax - Dewleta Tirk a dagirker bê navber êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Li hember van êrîşan berxwedanek bêhempa jî tê nîşandan. Gel û şervanên xwe bi çalakî û nobetan li axa xwe xwedî derdikevin.
Gel di her kêliyê de bawerî û hêza xwe ya berxwedanê tîne ziman. Şervanên YPJ’ê jî biryariya xwe tînin ziman. Yek ji wan jî, şervana YPJ’ê Tolhildan Amed e ku yek ji şervanên di eniyên berxwedanê yên Qereqozaxê de cih digre. Tolhildan Amed, rewşa eniyên Qereqozax û berxwedaniya gelê herêmê nirxand. Şervana YPJ’ê Tolhildan Amed diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî hovane êrîşî herêmên bakûr rojhilatê Sûrî dike û wiha domand: “Em şervanên YPJ’ê û QSD’ê li eniya berxwedana Qereqozaxê cihê xwe digirin. Dewleta Tirk û çeteyên xwe li ser gelê me êrîşên pir dijwar pêk tînin. Em îro li eniyên berxwedanê bi hêza xwe ya cewherî derbên giran li dagirkeriya Tirk û çeteyên wê dixin.”
‘Emê bê bersiv nehêlin’
Tolhildan Amed destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêbazên herî hovane êrîşî gel û welat dike û wiha berdewam kir: “Em li hember êrîşên dagirkeriyê bêdeng namînin, emê heta dawiyê liberxwe bidin. Emê êrîşên dagirkeriyê bê bersiv nehêlin. Dijmin çiqas êrîşên dagirkeriyê zêde bike emê jî wek şervanên YPJ’ê bersiva van êrîşan bidin. Heta dilopek xwîna me jî hebe, li berxwe bidin. Gelê me êrîşên li axa xwe qebûl nake. Gelê li Bendava Tişrînê berxwedaniyeke dîrokî nîşan didin. Gelê me ji dil û can li hemberî balafirên şer yên dewleta Tirk bê tirs xwedî li şervanên xwe û welatê xwe derdikevin. Sekna gelê me yê berxwedêr ji dagirkeriyê re bersiva herî mezin e.”