Şervana YJŞ’ê: 4’ê Nîsanê rojbûna me hemûyan e

Şervana YJŞ’ê Mîtra Ararat a ji bo 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hevalên xwe yê di çeperan de qertên diyarî amade kir, bal kişand têkoşîna wan a li Şengalê û got “4’ê Nîsanê rojbûna me hemûyan e.”

HÊJAR AVESTA

Şengal – Jinên Êzidî yên bi fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAIŞ’ê rastî komkujiyekê mezin hatin, bi rêxistinbûna xwe û hêza xwe ya cewherî di hemu qadan de hebûna xwe diparêzin. Şervana Yekîneyên Jinên Şengalê Mîtra Ararat jî ji wan jinan e ku weke jinekê Êzidî ji bo parastina nirxên civaka xwe soza parastinê daye.

Mîtra Ararat bi hatina 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevalên xwe yê di çeperan de qertên pîrozkirinê amade kir. Mîtra Ararat a anî ziman ku ew têkoşîna xwe û hêza xwe ya berxwedanê ji fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtine, destnîşan kir ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna wê rojbûna wan hemûyan e.

‘Hebûna me bi saya vê fikrê ye’

Mîtra Ararat di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû jinên ku li ber xwe didin û li hemu gelên ji bo azadiyê li ber xwe didin pîroz kir û got: “Hebûna me ya li vê derê bi saya fikr û felsefeya Rêbertî ye. Pêşketin û gav avêtinên ku li Şengalê çêbûn hemû bi saya vê fikrê ye. Îro roja jidayîkbûna me hemûyan e, ne tenê ya Rêbertî ye. Bi vê seknê em têkoşîna xwe dimeşînin.”

Mîtra Ararat di berdevamiya axaftina xwe de bal kişand li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha domand: “Bi salan e Rêbertiya me di bin şert û mercên îşkence de ye. Gelek serok derketine lê nebûne Rêber. Bi qasî Rêbertiya me li ber xwe nedane. Berxwedana Rêbertî ji mezinbûna îrade û fikrên wî tê. Bi vê fikrê em jî têk naçin. Ev fikrekî qewîm e. Ne fikrekî wisa ye ku zû were şikandin. Berxwedana me jî bi vê fikrê Rêbertî ye. Lewra mirov li ku derê dibîne pêşketinên mezin dibîne.”

Mîtra Ararat a anî ziman ku ew bi boneya vê rojê me xwestiye qert amade bike û bide hevalên xwe dibêje: “Bi kêfxweşiyek mezin me ji bo rêhevalên xwe qert amade kir.” Mîtra Ararat di dawiya axaftina xwe de stranek li ser 4’ê Nîsanê strî û diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.