‘Şertê sereke yê çareserkirina pirsgirêka Kurd azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’
Li ser çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpê kirin, hezar û 185 roj derbas bûn. Koma nû ya 226’an nobet dewirgirt.
Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) di roja xwe ya hezar û 185’an de didome. Çalakiya ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 226’an ve hat dewirgirtin.
Merasîma dewirgirtinê ji bo bîranîna tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê koma 225’an Mercan Kara daxuyaniyek xwend.
‘Rêber Apo îradeya gelê Kurd e’
Di destpêkê de daxuyanî li ser komploya Navnetewî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li ser tevahî mirovahiyê pêkhatiye di raweste û ev peyam tê dayîn: “Ev 28 sale îradeya gelê Kurd Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê de di bin esaretê de tê ragirtin. Hêzên hegemon ên serdest ên cîhanê û dagirkerên Kurdistanê bi komploya navneteweyî ya 15’yê Sibatê ve armanc kiribûn ku gelê Kurd bê Rêber bihêlin û Tevgera Azadiyê tasfiye bikin. Lê, têkoşîna Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana gerîla û girêdanbûna gelê Kurd ev komplo vala derxist û têkoşîna azadiyê mezintir û berfirehtir kir. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo çareserkirina pirskirêka Kurd şertê sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber Rêber Apo îradeya gelê Kurd û muhatabê çareserkirina pirskirêka Kurd e.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 226’an û dirûşmeyan dawî bû.