Şerîfe Mihemedî rakirin nexweşxaneyê
Hat ragihandin ku girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ya li girtîgeha Lakan a bajarê Reşd ê Îranê tê girtin, ji bo tedawiyê şandine nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan- Ajansa HRNA’yê der barê rewşa girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî de nûçeyek parve kir.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî ku li girtîgeha Lakan a bajarê Reşdê ye ji bo tedawiyê şandine nexweşxaneyê.
Di nûçeyê de hatiye gotin ku ev demek dirêj e neynokên Şerîfe Mihemedî îltihab girtine û ew nexweşî derbasî nava tiliyên wê yên destan bûye. Hat diyarkirin ku rewşa wê ya tendirustiyê nebaş e.
Çalakvan û kedkara mafên jinan Şerîfe Mihemedî ya 45 salî xelkê bajarê Urmiyeyê ye û li bajarê Reşdê niştecih e. Şerîfe Mihemedî di Kanûna 2023’yan de bi hinceta ‘Propagandaya li dijî dewletê’ hatibû binçavkirin û di 4’ê Tîrmeha 2024’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve cezayê darvekirinê lê hatibû birîn. Piştî wê di 12’ê Cotmeha îsal de biryara cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hatibû xirabkirin.