Şerê sedsala 21’an bi destê kujerê kastîk tê kirin – GOTAR

Di nav şer de kesên bê parastin dikin hedef û şerê didin meşandin ku ev şer nakeve bin xizmeta civakê, pêşeroja jin û zarokan ji holê radike. Şerê di sedsala 21’emîn de tên jiyîn û yên ji van şeran sûd werdigrin kujerên kastîk in.

JÎNDA AMARA*

Her çend sedsala 21’emîn bibe sedsala tekoşîna jinê jî, jin herî zêde di vê sedsalê de hat metakirin, qetilkirin û istismarkirin. Asta tekoşînê çiqas mezin be, êrîşa hişmendiya mêrê desthilatdar jî ewqas mezin dibe. Mêrê desthilatdar bi hemû cureyên xwe yên şer ji bo  berxwedana heyî ji holê rake, serî li her rêbazî dixe. Di roja me îro de kapîtalîzm teknîk û amûrên xwe xistiye bin xizmeta mêr, bi wan derfetan hem xweza hem jî di şexsê jinê de civak di qirkirinek re tê derbaskirin. Di serdema înternetê de jin wek amûrê seksê tê bikaranîn. Mecraya ku em wek medyaya dîjîtal bi lêv dikin jin rastî êrîşên mêran tên. Heta wek amûrê şerê taybet tê bikaranîn û jin bi destê dewletê tê sîxurkirin. 

Me li Kurdistanê gelek mînakên wê dîtin. Jinên ku wan pêkanînan red dikin an tên qetilkirin, tehdîtkirin an jî di nav civakê de wek ‘jina xerab’ tên demxekirin, bi vî awayî jin ji civakê tê dûrxistin. Jina ku civakbûnê ava kiriye îro li vîtrînan wek jinek xemilî tê hiştin, jina ku behredariya mirovahiyê derxist holê, îro di nav çar dîwaran de hatiye tepisandin. Jina ku sembola edalet û aşîtiyê ye, îro di qadên şer de rastî destdirêjiya komî tê û wek ganîmeta şer li bazaran tê firotan.

Yên ji van şeran sûd digrin kujerên kastîk in

Em dizanin ku şerên li Rojhilata Navîn  tê jiyîn herî zêde li jin û zarokan bandor dike. Hêzên hegemon ku kujerên kastîk ên roja me ya îro ne di şexsê jinê de civak, di şexsê zarok de jî pêşeroja welat ji holê radike. Dema em bi awayek ser re bîlançoyên şer temaşe bikin, wehşata ku derdikeve holê emê bi awayek eşkere bibînin. Xeza tê zanîn, bi deh hezaran zarok û jin ji hatin qetilkirin ên sax man jî ji cih û warên xwe bûn. Her wiha li Sûdanê şerê ku di navbera Artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de tê jiyîn jin û zarokan xistiye xeleka agir. Her roj ji Sûdanê nûçeyên qetilkirin û destdirêjiya komî tên. Di rastiyê de ev herdu hêz di aliyê hişmendiyê de eynî wek hev in. Di nav şer de kesên bê parastin dikin hedef û şerê didin meşandin ku ev şer nakeve bin xizmeta civakê, pêşeroja jin û zarokan ji holê radike. Mirov dikare gelek mînakên bi vî awayî bide lê bi kurtasî jin em dikarin bibêjin ku şerê di sedsala 21’emîn de tên jiyîn û yên ji van şeran sûd werdigrin kujerên kastîk in.

Jin li tu qadên jiyanê de ne di ewlehiyê de ne. Her roj bi dehan jin an li mal, cihê kar, an jî li kolanan ji aliyê mêr ve tên qetilkirin. Em bala xwe bidinê mêrê ku di bin navê ‘ewlehiyê’ de nahêle jin derkeve derve û dibêje cihê herî bi ‘ewle’ mal e, li vir jinê qetil dike. Hişmendiya kujer li her derê ye!

Dadgeh mafên jinê tune dihesibînin

Mêr-dewlet li hember wan qetlîaman bêdeng e. Bêdeng e ji ber ku di çavkaniya zext û kedxwariyê de polîtîkayên dewletê heye. Mêrê ku jinê qetil dike, cezayek mîna xelat jê re tê dayîn. Mêr jî ji vê pêkanînê hêz digre û bi fikra ‘ji xwe ez ceza nagrim bigrim jî ezê 3-4 sal li girtîgehê bimînim û derkevim’  jinê qetil dike. Dadgehên dewletê ên ku keda jinê îstîsmar dike, tu zagonên ku ewlehî û jiyana jinan mîsoger bike jiyanî nake. Ev rastî li gelek welatên Rojhilata Navîn de tê jiyîn. Berevajî wê dadgehên ku ji aliyê hişmendiya mêr tê rêvebirin, wek mijarên hevberdan, telaq û hwd. di gelek mijaran de mafê jinê tune dihesibîne.

Jin êdî van polîtîkayan red dike

Dema em hemû wan pêkanînên neyînî rêz dikin, bê guman em dibînin ku jin ji her demê zêdetir dengê xwe li hember hişmendiya kujerê kastîk bilind dike. Di serî de Kurdistan li hemû cîhanê li dijî sîstema dewlet û hişmendiya mêr têdikoşin. Me vê yekê di 25’Mijdara 2025’an de bi awayek aşkera dît. Jin di vê rojê de jî bi deng û rengê xwe daketin kolanan û îradeya xwe derxistin holê. Bi awayek pir eşkere xuya dike ku jin êdî li hember hişmendiya paşverû ya mêr hişyar û bi hêrs in. Em vê hêrsê di şexsê jinên Efganistanê ku ev çend salin li dijî pêkanînên Talîbanê têdikoşin de dibînin. Her wiha me vê yekê di serhildana “ Jin, Jiyan, Azadî” ku civak bi pêşengiya jinan rabu ser piyan de dît û ev serhildan bi rêbazên cuda berdewam dike.  Êdî jin, polîtîka, zagon û hwd hertiştê ku dikeve bin xizmeta mêr tune dihesibîne, red dikin.

Sîstema Îranê ya dijminê jinan e di krîzek kûr de ye

Wekî ku Rêber Apo jî gotibû dirûşmeya “Jin, Jiyan Azadî” ne tenê dirûşmeyek e. Ji vê pir wêdetir û êdî şêwazek jiyana jinan e. Jin li dewletek mîna Îranê de bi vê dirûşmeyê meşiyan û hemû civakê jî bi xwe re xist nav serhildanê. Serhildana ku di asta şoreşê de bû, hişmendiya mêr û sîstema wî darizand, rexne kir û ji kokê hejand. Jinan di vê serhildanê de bi sekna xwe diyarkirin ku êdî wê li Îranê tu tiştek wekî berê nebe. Dema em temaşe dikin dibînin ku bi rastî jî li Îranê êdî tiştek ne wek berê ye. Sîstema dewleta Îranê ya ku dijminê jinan e di aliyê siyasî aborî û civakî de di nav qeyranek kûr de ye. Êdî di kolanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jinan bê hîzar digerin. Li vir mijar ne tenê hîzar e. Peyama ku jin didin, ji meseleya hîzarê wirdetir e. Bi vê çalakiyê jinan diyar dikin ku êdî ji zext û zordariya dewletê natirsin, li hemberî paşverûtiyê bêdeng namînin.

Jinên Îranî divê vê hêrs û potansiyela heyî bike hêza rêxistinbûnê

Wekî ku Rêber Apo dibêje ‘Heta rêxistinbûnek nînbe li Kurdistanê pelek jî naleqe!’ me rastiya vê axaftinê bi salan bi mînakên pir şênber de dît. Bê guman ev axaftin di serî de ji bo jinên Kurd û ji bo hemû jinên ku li dijî hişmendiya mêr têdikoşe, derbasdar e. Lê bi taybetî ji bo jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê derbasdar e. Ji ber ku rejîma heyî xwe li ser qanûnên hişk ku jin û civakê difetisîne digre. Ji ber vê yekê jinên Îranî divê ev hêrs û potansiyela heyî kom bike, bike hêza rêxistinbûnê. Me di serhildanê de dît ku dema jin rêxistinkirî be civak jî li derdora vê rêxistinbûnê kom dibe û dibe hêzêk bê hempa, li hemberî neheqiyê li kêleka jinê têdikoşe. Asta rêxistinbûnê hatiye astek mirov nikare ji nedîtî ve bê, lê hişmendiya ku em behsa vê dikin bingeha xwe ji 30 hezar salî digre. Yanî hişmendiyek bi hezaran sal xwe rêxistin û bi kok kiriye. Ji ber vê yekê divê hêza rêxistinbûn û çalakiyê jî ewqas bi bandor û mezin be. Bê guman divê ev rêxistinbûn ne tenê bi Kurdistanê re sînordar bimîne. Hemû jinên cîhanê bîne gel hev. Vê demê em dikarin çanda kujerê kastîk ku xwe bi berhemê jin-xwedawend aniye heya roja me îro ji holê rakin. Bi vî awayî em dikarin bi civaka demokratik xwe bigihînin welat û jiyanek azad.

*Rojnameger