'Şerê mezhebî ji bo jiyana hevbeş xeter e'

Çalakvana civakî û siyasî Besma El-Ebqanî diyar kir ku komên cîhadîst bi riya şerên mezhebî hewl didin di nava civaka Sûriyeyê de şerên navxweyî ava bikin û got: "Dixwazin bi riya ciwan û xwendekaran ev şer pêk bê."

ROŞÊL CONYOR

Suweyda – Piştî hilweşîna rêjîma Baasê û hatina cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam a  desthiladariya Sûriyeyê, di 8'ê Kanûna 2024'an de di nav civaka Sûriyeyê de rewşek dabeşbûnê derket holê. Ev dabeşbûn ji aliyê îdeolojiya tundrew a van cîhadîstan ve hatiye xurtkirin. Ev jî rêbazek yekalî ye ku li mezhebên din tercîh nake û di nava kaosa ewlehiyê ya welêt de aloziyên mezhebî kûr kiriye.

Bûyerên dawî yên li zanîngehên Şam û Humsê li dijî xwendekarên bajarê Sûwêdayê qewimîn, bû sedema rewşek bêaramiya mezhebî. Tomareke deng ku tê gotin aydê rêberek leşkerî yê Durzî ye, belav bû. Piştre komek xwendekaran şeva Yekşem-Duşemê êrîşî wargehên xwendekarên Suwêdayê kirin.

Çalakvana civakî û siyasî Besma El-Eqbanî bi xwendineke rexneyî û realîst bal kişand ser bûyerên dawî û qelsiya hişmendiya kolektîf, kûrahiya dubendiyên ku ji hêla hinek aliyan ve tên gurkirin eşkere kir û wiha got: "Tiştê ku vê dawiyê li Zanîngeha Humsê di navbera xwendekarên ji du mezhebên cuda de qewimîn, mirov gelek xemgîn dike. Ev, encama meyleke berhevbûyî ya handana mezhebî û gumanên xiyanetê ye. Ew dîmenek çêkirî bû û bi zanebûn hat belavkirin. Ji bo ku şerek di nav mezheban de biqewime hat kirin. Xwendekar divê pêşengiya hişmendiyê bikin, ne amûrên teşwîqkirinê. Tiştê ku qewimî rewşek nezanî û têkçûneke girîng a saziyên perwerdehiyê nîşan dide."

'Çareserî di hewldanek kolektîf de ye'

Besma El-Eqbanî bal kişand ser xetera bikaranîna zarokan a di kampanyayên handanê de û wiha axivî: "Dema ku wêneyên zarokên bi "kefenên" reş derketin holê, bi dîmenek ku wê wek "xemgîn û acizker, delîla nebûna perwerdehiya sivîl û mafên zarokan" bi nav dikim. Çareserî ne tenê di rawestandina bûyeran de û bi daxuyaniyên çapemeniyê ye. Hewldanek kolektîf hewce dike ku bi rayedarên fermî dest pê bike û pêşengên olî, rêberên kevneşopî, kesayetiyên bi bandor û têkiliyên kesane yên di nav civakê de, di nav xwe de bigire."

'Domandina seferberiyê dê pevçûnên navxweyî ava bike'

Besma El-Eqbanî diyar kir ku berpirsyariya mezin dikeve ser milên desthilatiyê û wiha domand: "Toreke me ya têkiliyan heye. Em wek civaka sivîl divê bi hişmendî û zelalî li ser van mijaran bixebitin da ku pêşî li serferberiya mezhebî bigrin. Berpirsyariya herî mezin dikeve ser milên rayedarên pêwendîdar ku divê serweriya zagonê bicîh bînin û rê li ber kesên ku serhildanê teşwîq dikin, bigrin. Domandina seferberiyê dikare bibe sedema pevçûnên navxweyî."

'Ciwan dikarin bibin pêşengên guhertinê'

Besma el-Ebqanî bi bîr xist ku tevgerên xwendekaran di dîrokê de ji bo guhartinên civakî û siyasî bûne rêber û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê em platformên ku ciwanan tînin gel hev biafirînin. Pêşeroja Sûriyeyê bi wan ve girêdayî ye û divê em baweriya wan vegerînin ku ew dikarin bibin pêşengên guhertinê, ne mexdûrên wê."