Şerê li Yemenê qeyrana koçberiyê kûr dike
Hejmara kesên ku ji ber şerê li rojavayê Yemenê ji cih û warên xwe dibin, zêde dibe. Navenda Lêkolînên Stratejîk a Al-Moha, hişyar dike ku ev rewş dikare veguhere qeyranekî mirovî ya demdirêj.
Navenda Nûçeyan – Şerê berdewam ya li Yemenê, rewşa mirovî û aborî ya welat hêj xirabtir dike. Bi mîlyonan mirov der barê koçberî, ewlehiya xurekê û gihîştina xizmetên bingehîn de bi pirsgirêkên cidî re rûbirû ne.
Li gorî rapora Navenda Lêkolînên Stratejîk a Al-Moha ya di 29’ê Îlonê de hat weşandin, pêla koçberiyê ya piştî şerê nû li rojavayê Yemenê re zêde bû, dikare veguhere qeyranekî mirovî ya demdirêj. Hate diyar kirin malbatên ku beriya niha ji cih û warên xwe bûbûn neçar dimînin ku ji nû ve birevin, ji ber zêdebûna nifûsê zexta li ser xizmetan ji herêmên pevçûnê ber bi bajarên ku koçberan pêşwazî dikin re diçe.
Di navbera 1-16’ê Îlonê de 131 hezar û 761 kes ji cih û warên xwe bûn
Rapor, eşkere dike ku qeyrana koçberiyê ya li Yemenê bi awayekî cidî zêde bûye. Di navbera 1 û 16’ê Îlonê de li heşt bajaran 131 hezar û 761 kes ji cih û warên xwe bûn û hejmara herî mezin a koçberan li Taîz bi 70 hezar û 957 kesan û Lahîcê jî bi 33 hezar û 663 kesan re pêkhat.
Ji 23’ê Îlonê ve li deh bajaran 180 hezar û 513 kes ji cih û warên xwe bûn
Ji 23’ê Îlonê ve jî ev hejmar li deh bajaran gihîşt 180 hezar û 513 kesan. Ev zêdebûn, berfirehbûna bilez a pêla koçberiyê ya ji ber pevçûnê çêdibe nîşan dide. Koçberiya dubare dibe sedema ku malbat mal û çavkaniyên dahata xwe winda bikin û zexta li ser xizmetên bingehîn ên li Taîz, Lahîc, Aden û Abyanê zêde dike. Qeyran ji Yemenê belavî cihên din jî bû û ji 16’ê Îlonê û vir ve 2 hezar û 776 kes gihîştin herêma Obuk a Cîbûtiyê.
Di sektora perwerdehiyê de jî UNICEF’ê ragihand ku 243 dibistan hatine girtin an jî hatine rawestandin û ev rewş bandorê li zêdetirî 137 hezar kur û keçan kiriye.
Rapor, banga lezandina alîkariya mirovî û vegerandina xizmetên bingehîn kir û hişyarî da ku berdewamiya pevçûnên wê bibe sedema koçberiya mayînde.