Şerê li Yemenê hem bûye sedema krîza aborî hem jî hevsengiya jiyanê xirab kiriye
Navenda lêkolînên Stratejîk Senaayê bang li konseya ewlekariyê kir ku biryarnameyek navneteweyî derxe da ku aramiya aborî û vegera li danûstandinên aborî qebûl bike.
N00R SURİB
Yemen- Nûnera Navenda Senaayê ya Lêkolînên Strartejîk, lêkolîner Maysa Şica El-Dîn di 14'ê Cotmehê de di rûniştina konseya li ser şert û mercên siyasî, însanî û aborî ya li Yemenê de bang li konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo kêmkirina bandorên şer li ser niştecihên yemenê zextê li hemû aliyên cihereng ên tekildarî şerê li Yemenê bike. Maysa Şican di axaftina xwe de wiha got: "Pêvçûnên demdirêj bûn sedema pêkhatina aboriya şer ku ev jî ji domandina vî şerî toreke mezin a ku xwedî dike çêkir. Paşguhkirina vî aliyî ji şerê Yemenê bû sedema rêvekirina xerabûna aborî û jiyanî."
Di heman demê de tekildarî vê mijarê Maysa Şican El-Dîn wiha pişterast kir: "Hê jî gelek tişt hene ku dikarin werin kirin ji bo dîtina çareseriyên aborî ku beşek ji gel bikaribin hewcedariyên xwe peyda bikin. Her wiha Meclisa we dikare gavên mezin derbarê rewşa aborî de bavêje û êşên niştecihên Yemenê kêm bike."
Ji bo çareserkirinê çend pêşniyar
Maysa Şica El-Dîn gelek pêşniyarên pratîkî kir da ku bibe alîkar ji bo rawestandina xirakirina rewşa mirovî û aborî li Yemenê di nava van pêşniyaran de derxistina biryarnameyek navneteweyî ya ku aramiya aborî dipejirîne û tayînkirina nûnerê Neteweyên Yekbûyî ji bo ku vegere danûstandinên aborî yekser ji bo yekbûna Bankaya Navîn a Yemenê. Her wiha danîna cezayê li ser her aliyek ku astengiyan cêdike yan jî tedbîrên ku dabeşkirina darayî ya saziyên aborî zêde dike li herêmê werin girtin.
Nivîsgeha nûnerê Neteweyên Yekbûyî li Yemenê gera dawîn a danûstandinên aborî di Gulana 2019'an de li paytexta Urdun Umanê pêk anî.
Navenda lêkolînên stratejîk a Senaayê bang li konseya Ewlekariyê kir ku hemû benderên bejahî, darayî û hewayî ji Yemenê re veke û qedexeya li ser ketin û derketina pêdiviyên bingehîn rake.
“Bersiveke baş ji qada navneteweyî tune ye”
Der barê krîza mirovî ya li Yemenê de Maysa Şica El-Dîn wiha got: "Yemen ne tenê krîza mirovî ya herî xirab li cîhanê dijî di heman demê de xirabtirîn bersiva navneteweyî jî ji bo qeyrana mirovî re ye. Lêkolîna me ya li navenda lêkolînên Senaayê bal dikşîne ser nehevsengiyên girseyî di pêvajoya alîkariyê de ku beşeke mezin ji niştecihên Yemenê di bin kontrola Houthiyan de ye, bi rêk û pêk alîkariyê digre û ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin lê di herêmên ku di bin kontrola hukûmeta navneteweyî û naskirî de ne pirsgirêkên din xuya dikin. Di nav de lawazbûna saziyên hukmî, astengiya burokratîkî û her wiha tevliheviyên meydanî yên ku ji hêla milîsên cihêreng ve hatine ferzkirin ku rêwîtî û tevgera xebatkarên alîkariyê astengdar dikin."
Maysa Şica El-Dîn pişterast kir ku rêxistinên alîkariyê yên navdewletî di hewldanek zelal de ji bo bicihanîna gihandina alîkariyê ji bo gelê Yemenê yê hewcedar, têkçûyî ne.
Profesorên abûriyê diyar dikin ku digel hewldanên dubare yên Bankaya Navendî ya Yemenê ji bo kontrolkirina bazara danûstendinê, texmînên diravî û rêveberiya lawaz a bankaya navendî ya qeyrana riyalê ya Yemenê her wiha rola çavdêriyê jî pir lawaz e, ev yek wê bibe sedema domandina hilweşînê heya ku destwerdanek xurt hebe ji bo kontrolkirina bazara danûstendinê bi gelek pîvanan û teqez dike ku hilweşîna diravê herêmî tawanek berdewam li dijî Yemeniyan e.