Şerê li Sûdanê li pêşiya xizmetên tenduristiyên dibe asteng

Jinên ku ji ber pevçûnên li Sûdanê didomin ji cih û warên xwe bûn bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin û ji ber nexweşxane derveyî xizmetê dimînin bi taybetî jî tenduristiya jinên ducanî û pitikan jî di bin xeteriye de ye.

MAYSA AL QADÎ

Sûdan – Li Sûdanê pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de di qada tenduristiyê de jî bandorên cidî çêkir. Talan û hilweşandina tesîsên tenduristiyê, bandorê li jinên ducanî yên li Sûdanê kir. Xizmetên tibî yên ji ber girtina nexweşxaneyên li herêmên pevçûn li wan diqewimin jî her ku diçe xirab dibe, li Sûdanê, rêjeya mirina dayik û zarokan zêde bûye.

Ji ber ku nexweşxane piştî zêdebûna pevçûnan ji derveyî xizmetê man, li ser medyaya dîjîtal bang li pîrikên welidînê kirin. Şert û mercên Hevpeymana Cenevreyê ya 1949'an jî nayên bicihanîn û ji ber pevçûnan zêdetirî 220 hezar jinên ducanî ji cih û warên xwe bûn.

'Ez li şert û mercên bi ewle digerim’

Yek ji wan jinan Nana Alî jî wiha got: “Li Sûdanê bi giştî ji ber pêşerojeke ku nayê zanîn û qeyranên di qadên tenduristî û perwerdeyê de zehmetiyan dikşînim. Zarokên min ji perwerdeyê bêpar mane, dibistanek ku bikaribin xwendina xwe bidomînin nemaye. Ez jî ducanî me û li şert û mercên baş ên welidînê digerim. Bijîşk diyar dikin ku piştî welidînê pêwîst e zarokê min bigrin kuwezê kê di rewşa heyî de pêkanîne vê gelek zehmet e.”

Ji bo zarokên xwe di nava fikaran de ye

Yek ji wan jinên ku di heman rewşê de ye jî Sabreen Siddiq e. Dema ducanî bûye neçar maye cihê lê dimîne biterikîne. Sabreen Siddiq, wiha got: “Destpêkê ji Xartûmê koçî bajarê Şendî, piştre jî ji Bakurê Sûdanê koçî Meroweyê bûm. Min nexwest mala xwe biterikînim lê ji ber zextên giran neçar mam derbikevim. Ji ber pevçûnan ji bo zarokên xwe û zaroka xwe ya ku hê ji dayik nebûye di nava fikaran de me. Piştî ku em koçber bûn, hevjînê min hat cem me. Niha di karên cuda de dixebite û em debara xwe bi vî awayî dikin. Mala me ya li Xartûmê hat talankirin. Em bi her awayî di rewşeke nebaş de ne, ji pêdiviyên bingehîn bêpar mane.”