Şerê jiyanê yê rojane: Berxwedana jinên Filistînê ya ji bo zarokên wan
Tevî dorpêç mirin û rûxandinê jî li Zîvala Xezayê jinên Filistînî têkoşîna xwe ya rojane ji bo parastina malbata xwe berdewam dikin û hewil didin pêdivên jiyanê peyda bikin.
NEXEM KERACE
Xeza- Jinên Filistînê di nava dorpêç û mirinê de dijîn û barê jiyanê li milên wan e. Azarên şer vediguherînin şerên rojane ji bo hebûnê û di nava dorpêç û mehrûmiyetê de li hember êşên koçberiyê têdikoşin.
Ehlam EL Rifaî dayikek e ji taxa "Zeytûnê" koçberî herêmên rojhilatê Xezayê bûye. Her kêlî bi mirinê re rûbirû dijî. Ehlam nexwestibû koçberî başûrê Xezayê bibe. Wê hewl dida li cihekî nêzî herêma xwe bimîne. Herêma Başûr ji wê re gelekî dijwar dihat ji ber hejmara mezin a koçberan her wiha xizanî û nexweşî pir bû. Bi dengekî bi êş dibêje: "Dojeh li vir û wir bû lê belê teslîmbûna ji xizanî û nexweşiyê re ji rûbirûbûyîna agir zehmetir e."
Êrişên berdewam û dijwar wê neçar kirin ku berê xwe bide navendeke stargehê li navenda bajarê Xezayê. Rewşên mîna dojehê ku xwest jê bireve dît. Ehlam Eî Rifaî wiha didomîne: "Rê mîna ber bi nepeniyê ve bû. Min her tişt li pey xwe hişt. Mal, bîranîn û her tiştê min ku bi cihê min ve girêdide çû."
Di êrişa li ser stargehê de birîndar bû
Di nîvê meha Hezîrana borî de Ehlam EL Rifaî bi berbanga rojê re ji xew rabû, ji bo peydakirina taştê ji zarokên xwe re dihizirî. Yek ji qutîkên veşartî derxist û dest bi germkirina wê kir. Dema ji qata duyem daket navenda stargehê li ser derenceyan gavên bi lez diavêt mîna ku tiştek ne normal hebe. Dixwest bi lez xwarin amade bibe beriya zarokên wê dest bi girînî bikin.
Bi gurmîneke ku mirovan ker dike, êrişeke Îsraîlê li derdora navenda stargehê ku bi sedan kes lê diman dikin pêk hat. Ehlam El Rifaî wiha behsa wê kêliyê dike: "Min hîs kir ku ruhê min ji bedena min derdikeve. Dema min çavên xwe vekir, tenê rûxandinê dît. Min digot qey ez ji vê cîhanê çûme lê belê piştî çend deqeyan ez hatim ser hişê xwe. Min dît li erdê me û ser çavên min di nava xwînê de mane û zarokên min diqîrin."
Ji ber dorpêçê ambulans nikaribû birîndaran bibe
Ji ber ku dorpêç li ser herêmê hebû ambulans nikaribûn xwe bigihîjînin. Diviyabû xizmên Ehlam El Rifaî xwe bigihîjînin wesayîdek ji bo wê bibin nexweşxaneyê. Ehlam got: "Dengê girîna zarokên min dihat min. Min nikaribû li ber dilê wan jî bidim. Wê demê ez gelekî tengav bûm."
Li nexweşxaneyê bijîşkan zehmetî di peydakirina derman û alavên tibî de didîtin. Birînên Ehlam El Rifaî kûr bûn. Ehlam wiha tîne ziman: "Dema min li bijîşk nihêrî min azara di çavên wî de dît ji ber hejmara birîndaran gelek bû, cihê wan tunebû li nexweşxaneyê. Lêborîna xwe xwest ji ber dermankirina pêwîst tunebû. Bi madeyên biçûk birînên min derman dikirin. Ez li nexweşxaneyê bi qasî 10 rojan mam."
‘Divê ji bo zarokên xwe bi hêz bim’
Ehlam El Rifaî berpirsyariya zarokên xwe jî radike her wiha barê koçberiya berdewam jî li ser milên wê ye. Rondikên wê di çavên wê de ne û dibêje: "Carna hîs dikim ku cîhan bi tevahî bi ser min de dikeve lê belê nikarim hilweşim. Divê ez ji bo zarokên xwe xurt bim her çendî di dilê min de gelek birîn hebin jî divê nîşanî wan nedim."
‘Ez dixwazim zarok di mercên asayî de bijîn’
Ehlam EL Rifaî wiha pêl da axaftina xwe: "Li cihê ku ez destên xwe ji bo alîkariyê dirêj bikim, baştir e gepa nanê xwe bi destên xwe peyda bikim. Tiştekî hêsan tune ye. Heta ji bo ava vexwarina avê jî pêwîst e tu bikevî dorê. Zarokên min rojane ji min dipirsin, dibêjin em ê kengê vegerin malê? Tu bersiva min ji wan re tune ye. Ez tenê wan hembêz dikim û ji wan re dibêjim di demeke nêz de."
Ehlam El Rîfaî wiha axaftina xwe bi dawî dike: "Tenê tişta dixwazim ew e ku cihekî bi ewle ji min û zarokên min re hebe. Ez dixwazim dûrî dengê teqînan û êşa koçberiyê bim. Ez zarokatiyeke normal ji wan re dixwazim lê belê diyar e ev xewn gelekî dûr e."