Şenyaşar: Têkoşîna ku jin lê hebe serkeftin teqez e

Malbata Şenyaşar di peyama xwe de got, "Di her têkoşînek ku piştgirî û keda jinê tê de hebe, serkeftin teqez e."

Riha - Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du lawên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û lawê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, di 9’ê Adarê 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja xwe ya 719’emîn de berdewam dike.

'Li ku derê têkoşîn hebe hêvî heye'

 Malbat ji ber hefteya dawi edliye girtiye li mala xwe ya  Pirsûsê nobed girt û li ser hesabên xwe yên medyaya ev peyam parvekir: “Li ku derê têkoşîn hebe, hêvî jî heye. Di her têkoşînê de bi piştgirî û keda jinan serkeftin teqez e. li Rihayê li hemberî Nemrûdan dê Îbrahîman bi ser bikeve.”