Şêniyên wargeha Mexmûrê zehmetî ji bo xwe kirin îrade û bawerî
Emîne Nêrwehî ya ku di nava koçberiyê de mezin bûye, diyar kir ku di riya penaberiyê de bi her cure êrişên dewleta Tirk û PDK’ê re rû bi rû mane lê şêniyên wargeha Mexmûrê, bi îrade têkoşîna xwe domandine.
BERJÎN KARA
Mexmûr – Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji salên 90’î ve di nava koçberiyê de ne, bi têkoşîn û berxwedana xwe her kêlî mohra xwe li rûpelên dîrokê dan. Gav bi gav her axa ku pê lê kirin, her warê ku tê re derbas bûn bi keda xwe neqişandin. Di wan salan de ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker û ferzkirinên cerdevaniyê berê xwe dan koçberiyê. Ji ber ku jiyana bêrûmet layiqê xwe nedîtin riya penaberiyê hilbijartin. Mirin, birçîbûn û dûrbûna ji warê xwe dan ber çavên xwe lê tu carî îxanetê qebûl nekirin. Di wan riyan de mirovên xwe winda kirin, zarokên wan jiyana xwe ji dest dan, gundên wan li ber çavên wan hatin şewitandin, rastî her cure êrişê hatin, hem ji aliyê dewleta Tirk ve hem jî ji aliyê PDK’ê ve.
Emîne Nêrwehî ku ew bi xwe jî di nava koçberiyê de mezin bûye, para xwe ji zorî û zehmetiyên jiyana koçberiyê girtiye. Emîne Nêrwehî ya ku gundê xwe tenê di zarokatiyê de dîtiye, qala zorî û zehmetiyên ku di koçberiyê de jiyane kir. Her wiha behsa jiyana di nava wê koçberiya ku bi êrişên dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê derbas bûye û hevgirtina şêniyên wargehê kir.
‘Zarokatiya min di nava penaberiyê de derbas bû’
Emîne Nêrwehî diyar kir ku ji ber zextên dewleta Tirk ji gund derketine lê bi heman şêweyî PDK’ê jî zextê li wan kiriye û wiha got: “Min zarokatiya xwe bi penaberiyê derbas kir. Malbata min bi partiyê ve girêdayî bû. Min gundê xwe zêde nedîtiye, dema em hatin ez biçûk bûm. Piştî ku gundê me xira kirin min bavê xwe nedît, me berê xwe da bajaran û piştre jî me berê xwe da axa Iraqê. Dema em li gund bûn ji me re gotin an hûn ê bibin cerdevan an jî hûn ê derkevin. Malbata min jî cerdevaniyê qebûl nekir û ji gund derket. Piştre gundên li qada Gabarê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin xirakirin. Piştî ku em hatin Başûr PDK’ê jî heman zextê li me kir. Mirovên me qetil kirin, girtin, îşkence kirin, lawirên me hemû birin, tiştek nehiştin ji me re. Li her warê ku em bi cih bûn, bi mehan ambargo li ser me ferz kirin. Weke cih Etrûş gelek xweş bû lê jiyanê ji me re nehiştin û li wir jî heman zextê li me kirin.”
‘Me berû dikeland û dixwar’
Emîne Nêrwehî qala bîranînek di nava koçberiyê de jiyayî kir û got: “Tê bîra min dema em li Geliyê Qiyametê bûn dema ambargo li ser me pêk anîn, tiştek me tunebû. Tenê hinek berû hebûn me ji xwe re dikeland û dixwar. Qet ji bîra min naçe zarokek hebû yekê pariyek nan da destên wê, dayika wê ji kêfa nizanibû çi bikira. Ji ber ku ewqas êşiyabû û zaroka wê ew çend roj bûn birçî mabû. Wê demê xelkê me jî rabûn nanê hişk ku yê lawiran bû, şil kirin û parçe parçe kirin ango em di nava jiyana wisa de bûn.”
‘Ger îrade nebe mirov nikare bijî’
Emîne Nêrwehî zorî û zehmetiyên ku li wargeha Mexmûrê kişandine bi van gotinan anî ziman: “Piştî ku em hatin wargeha Mexmûrê ku ji tozê wêdetir tiştek tunebû, dema tozek radibû me naylona konê radikir, ji binê wan bi hezaran dûpişk derdiketin. Çend kesan bi wan dûpişkan jiyana xwe ji dest dan. Bi ava ku me ji germavê dianî me kelpîçan ji axê çêdikir û wisa xanî ji xwe re çêkirin. Em digeriyan me bîdonek av jî nedidît. Jiyana me ya Mexmûrê bi zorî û zehmetiyan derbas bû. Lê me îradeya xwe ji wan zorî û zehmetiyan girt. Gundê me hatin şewitandin lê gel bi îrade xwe bi pêş xist û li ser lingan girt. Ji ber ku ger îrade nebe mirov nikare bijî.”
‘Perwerde û xwendin ji her tiştî girîngtir e’
Emîne Nêrwehî destnîşan kir ku ji bo têkoşîn û pêşxistinê, perwerde ji her tiştî girîngtir e û got: “Min dibistan nexwendiye, dayika min got here lê ez neçûm. Niha gelek poşman im ku min nexwend. Nikarim tiştek bixwînim ji bo wê ji zarokên xwe alîkarî dixwazim û her dem ji zarokên xwe re dibêjim dibistanê bixwînin. Ji ber ku xwendin ji her tiştî girîngtir e. Zarokên niha, tu çi pirs ji wan dikî dizanin, ji ber ku xwendine. Li cihê em lê man derfeta xwendinê tunebû. Weke Geliyê Qiyametê her hefte du caran perwerde hebû. Xwişka min çû dibistanê lê ez neçûm.”
Emîne Nêrwehî di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku di pêşerojê de tenê hêvî û daxwaza wan hevgirtina gelê Kurd e û heta serkeftinê ew ê têkoşîna xwe bidomînin.