Şêniyên wargeha Mexmûrê li dijî tecrîdê meşiyan

Şêniyên wargeha Mexmûrê yên li dijî tecrîd û biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê ya têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan û bang li Konseya Ewrûpayê kirin ku erk û berpirsyartiyên xwe bicihbîne.

Mexmûr – Şeniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîd û biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê ya têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Di meşa ku li ber Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta li ber Neteweyên Yekbûyî domkir de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin berzkirin.

Beriya ku daxuyanî bê dayîn, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê wargehê Yusuf Gundikî axivî.

‘Bêdengiya wan nîşaneya şirîkê wan a sûcên dewleta Tirk e’

Di daxuyaniyê bal li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kişandin û wiha hat gotin: “Ev 26 sal in Rêber Apo di bin şert û mercên herî giran de tê ragirtin. Rêber Apo di encama komployek qirêj de hate dîl girtin. Her cûre êriş li ser Rêber Apo tê pêkanîn. Ev 42 mehin bi tu awayî destûr nayê dayin ku hevdîtin bi Rêber Apo re bê pêkanîn. Ji belavbûna fikir û felsefeya Rêber Apo ditirsin, lewma rojane tecrîda heyî girantir dikin. Yên ku dibêjin em parêzvanên mafên mirovanin bi tu awayî berpirsyartiyên xwe pêkanîn û yasayên ku diyar kirine binpêdikin. Bêdengiya wan nîşaneya şîrîkê wan a sûcên dewleta Tirk e.

‘Em ê têkoşîna xwe bilind bikin’

Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê cihê ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo derbikevin, tecrîd rewa dike. Em bi tu awayî biryara Konseya Ewrûpayê ya têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin û şermezar dikin. Em bang li Konseya Ewrûpayê dikin ku dev ji biryara xwe berde û erk û berpirsyartiyên xwe bicihbîne. Em bang li hemû kesan dikin ku li dijî tecrîda girankirî û bêhiqûqiya heyî bêdeng nemînin û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘ Bijî Berxwedana Îmralî’ dawî bû.