Şêniyên Mexmûrê: Hebûna Rêber Apo mîsogeriya xwebûna gelê Kurd e

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9’ê Cotmeha 1998’an, gelê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê daketin qadan û komployê şermezar kirin.

Mexmûr - Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket û berê xwe da Moskovê, dest pê kir û di 15’ê Sibata 1999’an de jî li paytexta Kenya Nayrobiyê dîl hat girtin. Ji dema ku radestî desthilatdariya Tirk hatiye kirin ve, tecrîdeke giran li ser tê meşandin. Serlêdanên hevdîtinê yên parêzer û malbatan jî tên redkirin.

Şêniyên Penaberan a Mexmûrê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî şermezar kirin. Di meşê de pankartên bi nivîsa “Komplo têk çû dem dema şikandina tecrîdê ye”, “Li ser xeta Rojhat û Erdal, em ê serkeftinê misoger bikin”, ‘Em komploya 9’ê Cotmehê şermezar dikin”, “Rêber Apo bûye dengê aştî û azadiya gelan“ hatin hildan. Her wiha dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Kesek nikare roja me tarî bike” û “Bijî berxwedana Îmraliyê” hatin berzkirin.

Meşa girseyî ya şênî û xwendekarên Mexmûrê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta seytereya wargehê berdewam kir û li wê derê daxuyanî hat dayîn. Beriya ku daxuyanî bê dayîn ji bo tevahî giyanê Şoreşgerên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî.

‘Rêber Apo rêberê mirovahiyê ye’

 Fîlîz Budak di destpêka axaftinên xwe de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd li ser xaka xwe azad bijî temenek feda kiriye û got: “Hêzên desthilatdar, hegemon û dewletên dagirker dixwaze me ji hebûna me ango Rêbertiya me qut bike. 25 sal in Rêbertî di bin pergaleke îşkenceyê ya tecrîda girankirî li Îmraliyê ji mirov, deng, dîtin û rengên cîhanê qut kiriye. Ev wek cezayek herî giran ya ku rêbertî digot bê civak, bê kom bûn û netew nabe li ser rêbertiya me sepandin. Ji civaka ku bixwe, bi keda xwe ji 7 saliya xwe heta vî temenê xwe afirandiye Rêbertiya me jê dûr kirin. Sedema ku evqas êrîş li ser Rêbertiya me tê pêkanîn û sedemê ku beriya 25 salan di 9’ê Cotmeha 1998’an de bûyî sedem ku Rêbertiya me ji Rojhilata Navîn û Rojavayê Kurdistanê derbikeve bi serdehatina hêzên desthilatdar ew bû ku dizanîn bi sedsalane di Ewrupa û Rojhilata Navîn de mesîheke xilasker derneketiye. Lê di sedsala 21’an de cardin li ser warê pêxemberan, ji Riha ya berxwedêr Rêber APO wek xilaskerekî yê jin û mirovahiyê derket ser ruyê cîhanê. Ji hêzên hegemon re got hun nikarin vîna gelan dagirbikin. Civak pêwîste bi rengê xwe û îradeya xwe hebûna xwe bide diyar kirin. Ew jina ku we kiriye çerxa aşê xwe yê koletiyê li ser dizivirînin, Rêber Apo got pêwîst e ew jin hebûna xwe jiyan bike, ew jin bi îrade û rengê xwe civaka xwe rêve bibe.”

‘Hebûna Rêber APO mîsogerkirina hebûn û xwebûna gelê Kurd e’

Budak, sedemên êrîşên dewletên dagirker ên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ser ziman û wiha got: “Hebûna Rêber Apo mîsogerkirina hebûn û xwebûna gelê Kurd e. Ji ber vê ye ku îro hemû cîhan hêzên desthilatdar ji bo tunekirina Rêber Apo û ji holêrakirina fikrên Rêber Apo pêkanînên xwe yên qirêj dixin meriyetê. Ji bo ku em bikarin vê komploya navneteweyî vala derxin. Dewlet û hêzên desthilatdar li hemberî valaderxistina Rêber Apo ya ê komployê, li hemberî îrade û berxwedana Rêber Apo têk çûye. Wê çaxê wek gelê Kurd jî ji bo em bikaribin vê komployê di qadên civakî der vala derbixin têkoşîn, berxwedan, serhildan bi fikir û sekna Erdal û Rojhatan ya fedayî li hemberî tecrîda Îmraliyê têkoşiya wê me bibe serkeftinê.”

‘Rêber Apo temenê pergala baviksalarî hejand’

Fîlîz Budak desnîşan kir ku ji bo tecrîd were şikandin divê gelê Kurd her dem li ser lingan bin û got: “Niha şerê ku li Kurdistanê tê meşandin, êrîşên ku li ser Mexmûr, Rojava, Şengal û taybetî li çiyayên azad ên Kurdistanê tê meşandin hemû girêdana xwe bi tecrîda ku li Îmraliyê hatiye girankirin ve ye. Rêber Apo li ber xwe dide, têdikoşe, komploya sedsalê û pergala 5 hezar salî ya baviksalarî ku jin, ciwan û gel kirine kole vala derdixe û temenê wê dihejîne. Ji ber wê ye ku îro ev êrîş li ser Rêber Apo giran dibe, ji ber wê ye ku îro li çiyayên Kurdistanê li ser fedayiyên Rêber Apo çeken kîmyewî tê barandin. Ji bo ku em bibin şayanê têkoşîna gerîlayên Kurdistanê ku ji bo Rêbertî fizîkî azad bikin li ber xwe didin û komployê vala derxin wek gelê Mexmûr, gelê Kurd, jin û ciwan pêwîst e em 24 saetan di nava têkoşînê de bin. Divê em bizanibin ji derveyî Rêber Apo jiyan ji me re nîn e û ji bo wê divê em li hebûna xwe xwedî derbikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî serok Apo’ û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.