Şêniyên Til Temir û Kobanê êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin

Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê şêniyên Til Temirê meşiyan û li Kobanê jî daxuyanî hat dayîn.

Hesekê/Kobanê - Di 7'ê Kanûnê de, balafirên dewleta Tirk a dagirker êrîş Şengalê kirin. Di êrîşê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Mewran Bedel û her dû zarokên wî, kirin hedef. Têkildarî vê mijarê li sernaserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn hatin nîşandan û welatiyan ev komkujî şermezar kirin. Şêniyên navçeya Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi heman armancê meşeke girseyî lidar xistin û ev komkujî şermezar kirin. Meşa ku ji Saziya Malbatê Şehîdan dest pê kir, li dawiya kolana Filistîn rawestiya. Di meşê de siloganên ku dagirkeriyê têk bibin û yekîtiyê ava bikin berz kirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mihemed Baqî Kûtê axivî. Meş bi dirûşmeya "Şehîd namirin" bi dawî bû.
"Şêniyên Til Temir û Kobanê êrîşên li ser Şengalê şermezar kirin"
"Welatiyên Kobanê jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin"
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê girêdayî êrîşa ser Şengalê li pêşiya navanda xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ronahî Hiço ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 7'ê meha Kanûnê de li navçeya Xanesorê ya girêdayî Şengalê Hevserokê Desteya Rêveber Merwan Bedel di encama êrîşên balafirên dagirkeriya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da. Beriya du rojan jî di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de ya sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ev tê wê wateyê ku kiryarên çeteyên DAIŞ'ê  û dewleta tirk li hember gelê Kurd hemanin û bi hev re komkujiyan pêk tînin. Ev jî ne cara yekem e ku li Şengalê kiryarên hovane yê balafirên dewleta tirk tên kirin, beriya vê jî bi demekê dîsa bi destê dewleta tirk sivîl hatin hedefgirtin, kiryarên bi vî rengî li Kobanê, Qamlişo an Şengalê hatin kirin. Em wekî gelê Kurd û pêkhatiyên ku li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava li beramberî dagirkeriyê, yekîtiya xwe xurt bikin, bi rengekî tolhildanê em ê bersiv bidin.”
"Divê li hemberî êrîşan şerê gelê şoreşgerî bê xurtkirin"
Emîne Yasîn a tevlî daxuyaniyê bûyî jî tiştên hatine jiyîn wiha anî ziman: "Em bi van êrîşan bi dawî nabin, her yek ji me diçe li şûna wê tê dagirtin. Îroj Merwan çû dê sibe Merwanekî din ji dayik bibe. Me soz daye vî gelî heya dawiyê em ê li ser vê firkê xwe xurt bikin. Em ê tu carî koletiyê ji xwe qebûl nekin. Ji ber em dizanin ku dema ev ax bê dagirkirin wê rewşa me çibe wek niha li herêmên dagirkirî, rewşa wan di nava lepên dijmin de ye. Ji bo wek Efrîn li me neyê divê em bi yek destî li beramberî faşizmê bisekinin û ji xwe re xeta îxanetê qebul nekin. Ji ber wê jî li hemberî van êrîşan pêdivî bi xurtkirina xebatên şerê gelê şoreşgerî heye.”
Daxuyanî bi siloganên "Berxwedan jiyane" û "Şehîd namirin", bi dawî bû.
"Welatiyên Kobanê jî bi daxuyaniyekê êrîş şermezar kirin"