Şêniyên Qamişlo roja Kobanê ya cîhanî pîroz kirin
Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo pîrozkirina roja Kobanê ya cîhanî û xwedîderketina li berxwedaniya Kobanê di bin dirûşmeya “Kobanê cîhan parast, divê cîhan Kobanê biparêz e” meşiyan û teqez kirin ku dê wê berxwedaniya berdewam bikin. her wiha dan zanîn ku propoganda dewleta tirk ya êrîşkirina Rojava vala derket.
Qamişlo- Di 15’ê Îlona sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi serokatiya Ebûbekir El-Bexdadî dest bi êrişên li ser Kobanê û gundewarên wê kir. Gelek çekên giran ên li Iraq û Sûriyeyê bi dest xistin li hemberî Kobanê bi kar anîn. Her wiha dewleta Tirk jî bi awayên cuda piştgirî dida çeteyên DAIŞ’ê. Lê li hember vê yekê, gelê Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi pêşengtiya jinên leheng, destaneke dîrokî çêkirin ku cîhan bi giştî li ber wê berxwedaniyê matmayî bimînin. Li ser vî esasî jî, 1‘ê Mijdara 2014’an wekî Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê hate îlankirin. Di vê rojê de gelên cîhanî bûne yek û piştgiriya xwe ya bi Berxwedana Sedsalê ya Kobanê nîşan dan. Ji bo piştgiriya şervanên Kurd li hemû bajarên cîhanê, azadîxwaz û Kurd daketin qadan û piştgirî dan berxwedana Kobanê. Niha jî li bajarê Qamişlo bi armanca pîrozkirina roja Kobanê ya cîhanî, şêniyên bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya “Kobanê cîhan parast, divê cîhan Kobanê biparêz e” meşiyan. Meş ji Çarexereya El-Şerqî ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û li ber Çarxereya Sonî veguherî mêtîngê. Derbarê vê meşê, jinên ku beşdarî meşê bûn axivîn.
“gelê Rojava xwedî li berxwedaniya Kobanê derkeve”
Jina bi navê Hemrîn Xelîl destnîşan kir ku ev roj cîhanî hat îlankirin ji ber ku berxwedaniya kobanê dîrokî bû û teqez kir ku dê xwedî li wê berxwedaniyê derkevin û wih got: “Em îro ji bo pîrozkirina roja Kobanê ya cîhanî derketine vê meşê. Kobanê berxwedêr e û ji bo em xwedî lê derkevin em derketine vê meşê. Wekî ku şervanên me bi hejmara xwe ya kêm, axa xwe parastin û ji dev bajarê xwe bernedan heta ku rizgar bû, em jî wekî gelê Rojava em ê li Kobanê xwedî derkevin. Berxwedana Kobanê, berxwedaneke dîrokî bû, ji bo vê yekê ev roj wekî roja Kobanê ya cîhanî hat îlankirin, ji ber ku berxwedan û lehengiya ku li ser axa Kobanê hat kirin ger ku ne cîhanî ba, dê heqê wê negêhjaba wê. Em wekî gelê Rojava bi hemû pêkhateyan em ê vî welatî biparêzin û em soz didin ku ti carî em ê dev ji axa xwe bernedin û hemû planên ku tên çêkirin em nekevin di bin bandora wan de û em ê xwedî li vê berxwedaniya hemû salan derkevin.”
“Dewleta tirk heta roja îro bi balafiran êrîşî Kobanê dike”
Hilwa Suleyman xuşka Şehîd Luqman derbarê berdewamiya dewleta tirk di êrîşên li ser Kobanê wiha helwestê xwe nîşan da: “Kobanê bi xwîn û canê xwe, axa xwe rizgar kir, ji bo çi heta roja îro dewleta tirk balafirin xwe ser asîmanê Kobanê nadaxê û êrîşên xwe berdewam dike her wiha siyasetên xwe yê qirêj nadê seknandin. Di heman demê de yên ku destekê didin wan PDK’ê ne, me her dem destek da wan li ser esasê ku ew birayên me yên kurd in û niha jî ji wan tê xwestin ku destek bidin me ji devêla ku destek didin dijminê me. Kobanê ji me re xeta sor e û em hemû ji bo wê amade ne û em rê nadin ku dewleta tirk careke din li Kobanê bixe. Em bang li dewletên navnetwî dikin û dibêjin ku bila li hember êrîş û balafirin dewleta tirk bisekinin ma qey em jî ne însan in?. Em wekî dayik û xuşkên şehîdan vê yekê qebûl nakin û em ê li hember vê yekê bisekinin.”
“Propoganda dewleta tirk ya êrşkirina Rojava hat valaderxistin”
Endama Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Demokratîk Menal Muhemed bal kişand li ser gefên dewleta tirk û propogandaya êrîşêkirina Rojava û valaderxistina van gefan û hilwaşandina plana wî ya qirêj û wiha got: “ wekî ku em hemû dizanin, ev demeke dirêj e dewleta tirk gefan li Rojavayê Kurdistanê dixwe û wekî propogandeke êrîşkirina Rojava û bi taybet Kobanê belav dikir da ku şerekî taybet bixê nav gel de, lê wê tucarî dewleta tirk biser nekeve. Destekdayîna bi gelê Rojava re, encamên berxwedaniya şervanên me yên ku cîhan bi tevahî ji tarîtî û teroreke hov xilas kirin , her wiha bi piştgirtiya gel ji şervanên xwe re ya pîroz.”
Meş bi dirûşma “bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.