Şêniyên Qamişlo li dijî tecrîdê meşiyan

Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin meşek lidarxistin.

Qamişlo - Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, şêniyên bajarê Qamişlo û hersê navçeyên wê Terbespiyê , Amûdêû Til Hemîs bi pêşengtiya Kongra Star meşek lidar xistin û daxwaza azadiya wê ya fîzîkî kirin. Meş bi dirûşmeya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgrêka kurd re çareserî”  bi tevlîbûna hezaran gel, sazî û rêxistinên jinan, Meclisa Malbatên Şehîdan, ciwanên şoreşger  û Rêveberiya Xweser  ji carxereya Osman sebrî dest pê kir û li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner rawestiya.

Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Insyatîfa Gel Îbtîsam El-Huseyînî têkildarê meşê axifî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û daxwaza azadiya wê ya fîzîkî kir û wiha got: “Rêber Apo bi encameke komployeke navnetewî  bi destên dewletên dagirker  da ku vê herêmê li gorî bercewendiyên xwe bi rê ve bibe û dagirkeriya xwe li swe bide meşandin wî dîlgirtin. Ji ber ku Rêber Apo xwediyê sîstemeke wekhev e û xwediyê Netewa Dîmokratîk e ji ber vê yeke berî 25 salan Rêber Apo dîlkirtin. Weke ku em dizanin ku ev 25 salin Rêberê mirovahiyê têkoşînek û berxwedanek  bê hempa di girtîgeha Îmraliyê de daye meşandin. Di bin şert û mercên herî zehmet de, şertên ku tu zagon mirovahiyê ji bo girtîgehan dane meşandin lê  ji bo Rêber Apo neyên pêkanîn.  Lê em ji dewleta dagirker re dibêjin ku fikir û Ramanên Rêber Apo li tevahî cîhan belav bûye û dest bi kampaniyaya ji Rêber Apo re Azadî kirin e. Em jî weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê em ê hertim li qda bin ku kampaniyay dest pê bikin heta azadiya fîzîkî di nav me de misoger bibe.”

Meş bi dirûşmeya “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.