Li Qamişlo jin li dijî tecrîdê meşiyan

Li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jin li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û daxwaza azadiya wî ya fizîkî kirin.

Qamişlo – Jinên li bajarê Qamişlo, tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin bi meşekê şermezar kirin û daxwaza azadiya wî ya fizîkî kirin. Meş bi pêşengiya Kongra Star bi dirûşma “Azadî û edalet ji Rêber Apo re” î ji pêşiya dermangeha Deham dest pê kir û li pêşiya çarxeriya Kawayê Hesinkar rawestiya.

‘Azadî armanca me ye’

Piştî deqeyek rêzgirtinê endama Koordînasyona Rêxistina Kongra Star Şîraz Hemo li ser navê Rêxistina Kongra Star axivî û got: “Dewleta Tirk û hevkarên wê bi planeke dermirovî bi dîlgirtina Rêber Apo xwestin roja me tarî bikin û felsefeya Rêber Apo tune bikin. Ev plan vala hat derxistin ji aliyê gelê berxwedêr û jinên azadîxwaz ve. Li 74 welatan îsal kampanya ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kiriye û niha jî em di pêvajoya duyemîn de ne.

Dixwazin bi vê komployê careke din siyaseteke qirêj bidin meşandin lê bila bizanibin ku li qadên azadiyê, berxwedan û têkoşînê ku çawa jinên berxwedêr şer dikin, têdikoşin û li ber xwe dide û dibêjin azadî armanca me ye. Li Îmraliyê jî şerê rûmetê heye, felsefeya Rêber Apo belav dibe. Rêber Apo got ‘ez dikarim krîza Rojhilata Navîn çareser bikim’, paraznameyên ku pêşkêşî gelê Rojhilata Navîn kiriye riya çareseriyê nîşan didin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û riya şehîdên xwe bişopînin. Gelekî ku bi felsefeya Rêber Apo xwe zana kiribe wê tirsa me ji tu kesî tunebe çi dibe bila bibe. Em ê bi ser bikevin.”

Meş bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.