Şêniyên Qamişlo li dijî tecrîdê meşiyan

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Insiyatîfa Gel li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê konê çalakiyê danîbû. Çalakiya ku du rojan dewam kir, bi meşeke girseyî bi dawî bû.

Qamişlo - Însiyatîfa Gel di 23-24’ê mehê de li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo misogeriya aştiya Rojhilata Navîn e” konê çalakiyê danîbû. Di herdu rojan de bi dehan şêniyên bajar serdana kon kirin û gelek axaftin jî hatin kirin. Çalakiya konê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû vedan îro bi meşekê girseyî bi dawî bû.

Bi sedan mirov ji konê çalakiyê yê li pêşiya Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê meşiyan û ber bi nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

‘Jiyaneke nû ji me re afirand’

Bedriya Hiso ji bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî konê çalakiyê bûye dibêje: “Sê sal derbas dibin bêyî ku ti agahî ji Rêber Apo werin girtin û zanîn. Rêber Apo fikir û felsefeyek ji bo tevahî cîhanê pêşkêş kiriye, pêwîst e ku em hemû xwedî li keda wî derkevin. Me bi firkê wî gelek tişt nas kir, gelek guhertin di kesayeta me de çêbûn. Rêber Apo jiyaneke nû ji me re afirand. Armanca desthilatdaran a qutkirina wî ji civakê negihişt serî, ji ber ku îro felsefeya wî bûye jiyanî li ser vê axê. Rêber Apo mafên me misgor kiriye, ji ber vê yekê dikeve ser milê me ku em wî azad bikin.”

Fadiya Silêman jî tekez kir ku azadî ji mafê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Em bi fikrên Rêber Apo kar û xebatên xwe didin meşandin da ku em ramanên wî pêk bînin. Bi saya Rêber Apo îro gelê Kurd azad bûye, gelê Kurd xwe naskiriye.”

Meş bi siloganên “Bê serok jiyan nabe. Azadî ji rêberê neteweyî” bi dawî bû.