Şêniyên Qamişlo li dijî komkujiya Dêrezorê daketin qadan

Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî êrîşên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê yên li Dêrezorê ku di encamê de 11 welatî piraniya wan jin û zarok jiyana xwe ji dest dan, meşiyan.

Qamişlo- Koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê ji 7’ê Tebaxê ve êrîşên xwe yên li ser gundewarên rojhilatê Dêrazorê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)’ê û gelê heremê berdewam dike.  Di vê êrîşê de malên welatiyan bi çekên giran hatin hedefgirtin û heta van kêliyan jî êrîş dewam dike.

koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê duh înê li gundên El-Dehla û Cedîdet El-Bekara ya Dêrezorê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyek pêk anî, tê de 11 kes hatin qetilkirin ku piraniya wan zarok û jin bûn.

 Li dijî vê komkujiyê û êrîşên bê serûber  ên li dijî welatiyan, gel li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daketin qadan û bertekên xwe yên tund nîşan dan. Di heman demê de daxuyaniyên nerazîbûn û şermezarkirinê jî ji hêla hêzên leşkerî, Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rêxistinên jinan, partiyên siyasî û hwd hatin dayîn.

Îro jî şêniyên bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî van êrîşan daketin qadan. Şênî bi hemû pêkhateyan ji Çarexerêya Kornîş a bajarê Qamişlo meşiyan û li ber dergehên Neteweyên Yekbûyî NY rawestiyan.

Şêniyan di meşê de pankartên bi sernavê “Biratiya gelan misogeriya şoreşa me ye” “Şoreşa Rojava şoreşa azadî û rûmetê ye” “Dê bi hêza HSD’ê û eşîran fitne têk biçe”, her wiha wêneyên qurbaniyên komkujiyê jî hildabûn.

Meş bi dirûşmeyên ku piştgiriya HSD’ê û biratiya gelan bi dawî bû.