Şêniyên Qamişlo ji bo piştgiriya şervanên QSD’ê derketin qadan

Şêniyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ku li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaxê pêk tên û ji bo piştgiriya şervanên QSD’ê meşiyan.

Qamişlo – Ji 7’ê Kanûnê ve dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê bênavber êrişî Kobanê, Bendava Tişrîn û Pira Qereqozax dikin. Li dijî van êrişan û ji bo piştgiriya bi şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê, şêniyên bajarê Qamişlo meşek li dar xistin.

Meş bi dirûşma "Em li dijî dagirkeriyê dest bi dest yek hêz bin rê nedin dagirkeriyê" û bi tevlibûna bi hezaran kesan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, endamên Rêxistina Kongra Star û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan meşiyan.

Meşê ji çarxeriya Sonî dest pê kir û heta çerxeriya Şehîd Qehreman domiya.

‘QSD hebûn û rûmeta gelê Kurd e’

Piştî deqeyek rêzgirtinê dayika bi navê Wetha Wanikî axivî û got: "Em dayikên Kurd derketine qadan piştgiriya hêza xwe QSD’ê dikin. QSD hebûn û rûmeta gelê Kurd e, heta ku em bigihîjin serkeftinê û Sûriyeya demokratîk ava bibe, em ê piştgiriyê bidin hêza xwe û rê nedin dagirkeriyê ku bostek ji axa me bibe. Em gelê Kurd yekitiya hemû gelan dixwazin Sûriyeya demokratîk ku mafê hemû neteweyan tê de hebe, Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Çerkez em dixwazin. Divê em hemû pêkhate yek bin da ku Sûriyeya azad û demokratîk ava bikin."

‘QSD’ê hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê parast’

Amîna Emînê ya beşdarî meşê bûbû wiha helwest nîşanî êrişan da: "Hêza QSD’ê parastina vî gelî dike ji bo ku em xwedî li parastina wan derkevin gere em hemû biştgiriya hêza xwe bikin. QSD’ê bi xwîna şehîdên xwe hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ’ê parast. Ev herêm bost bi bost bi xwîna şehîdan hatiye parastin, em Kurd, Ereb û Suryan dest bi dest piştgiriya hêzên xwe dikin û Sûriyeya azad ava dikin."

Meş bi dirûşman bidawî bû.