Şêniyên Qamişlo ji bo piştevaniya gelê Durzî meşiyan
Bi pêşengiya Kongra Star şêniyên Qamişlo li dijî êrîş û komkujîyên li ser gelê Durzî meşek girseyî darxistin.

Qamişlo – Hêzên girêdayî Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê bi awayekî hovane êrîşê gelê Durzî dike û rast rast qetlîaman dike. Li dijî êrîş û komkujîyan li ser gelê Durzî Kongra Star di asta Kantona Qamişlo de meşek girseyî li darxist.
Meş dibin durûşmeya “Ne ji qirkirina gelê durî û jinan re erê ji aştî û civaka demokratîk re” hat lidar xistin. Meş ji Çerxeriya Osman Sebrî a bajêr destpêkir û heya Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Huner dewam kir.
Piştî deqeyek rêzgirtin Berdevka Kongra Star Rihan Loqo axivî.
Rihan Loqo êrîş û komkujîyan li ser gelê Durzî şermezarkir û got: “Ev pîlanekî hovane ye li dijî gelan û jinan. Em dibêjin divê Sûriyekî Demokratîk pirrengî û pir çandî were avakirin. Peymanekî ku hebûna gelan neyê nivîsandin û destûrekî ku maf û hebûna jinan tê de neyê nivisandin em ji qada Şoreşa jin dibêjin ev destûr û peyman nayê qebûl nakin. Sûriye yê wê bi misyogerkirina mafê jinan, gelan û pêkhateyan wê Sûriyeyekî demokratîk were avakirin. Daxwaza jin û gelê Suweydayê rawa ye û em piştgirtiya wan dikin. Bangewaziya em her kes xwedî li gel, zarok û jinên Suweydayê derkevin.”
Meş dibin durûşmeyan bi dawî bû.