Şêniyên Qamişlo bi diruşma 'Azadî ji Rêber Apo re' meşiyan

Piştî erdheja ku li Gemlîkê pêk hatî, bi pêşengtiya Meclîsa Malbatên Şehîdan şêniyên bajarê Qamişlo daketin qadan û ji bo ku agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin bang kirin.

Qamişlo - Hat Ragihandin ku li kendava Gemlîkê ya Deryaya Marmarayê bi mezinahiya 5.1 pileyî erdhejek pêk hat. Erdhej li peravên navçeya Mûdanya ya Bûrsayê bi 9 kîlometreyî li bin erdê pêk hat. Li nêzî Îmraliyê ku 25 salin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan tê de dîlgirtiye. Îro li bajarê Qamişlo Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, piştî banga Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê şênî ji bo ku agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werbigirin daketin qadan. Meşa ku li ber çerxerêya Sonî destpêkir, heta li ber Navenda Mihemed Şêxo dewam kir. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd hatibû hildan.

‘Em agahiyek lezgîn derheqê Rêber Apo de dixwazin’

Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtin Endama Rêveberiya bajarê Qamişlo Menîce Heyder wiha axivî: “Heta roja îro komployek mezin li dijî Rêber Apo tê meşandin. Dewleta tirk û hevalbendên wan dixwazin gelê kurd tune bikin, bi komlo, tecrîd, şewata Îmraliyê  Rêber Apo nedikarîn me tune bikin, îro cardin agahî hat ku li Gemlîkê erdhej çêbûye ku nêzî Girava Îmraliyê ye. Em wek gelê kurd û gelê herêmê siyaseta dewleta tirk a qirêj şermezar dikin. Em xeteriyek li ser Rêberê xwe dibînin ku ev xeterî li ser me tevan e. Em lezgîn dixwazin agahiyek ji Rêber Apo werbigirin. Heta em agahî negirin, em ê çalekiyên xwe dom bikin û qadan bin. Tawilê wê çibe, em bi rehetî najîn, mifteya çareserî ya Rojhilata Navîn li gel Rêber Apo ye.”

Menîce Heyder desnîşan kir ku ew heta agahiyek ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wernegirin, ew aram najîn û wiha got: “Em wek gel soz didin Rêbertî ku em ê bi îradebin û tim û tim em ê li pêş bin. Me wek rêxistina jin, azadî û îradeya xwe ji Rêber Apo girtiye, lewma em tune nabin û em ê her hebin û xwedî bersiv bin. Em bêdengiyan şermezar dikin ku bêdengiya cîhanê sûc û şermek pir mezin e. Kesên dibêjin em hiqûqnasin û mafê mirovan diparêzin û em dibêjin ka hiqûqa we. Em baweriya xwe wan hêz û dewletan naynin, baweriya mi bi hêz me heye û em baweriya xwe ji Rêber Apo werdigirin. Me karîbû li ser fikir û felsefeya Rêber Apo şoreşek li Rojavayê Kurdistanê pêk bînin ku ev şoreş bi azweriyek mezin 12 sal dewam dike. ji ber ev şoreş bi fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hat. Em ê heta dawî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîn û berxwedana xwe dom bikin. heta em ji agahiyek ji Rêbertî negirin em aram najîn. Em ê herdem û her derê xwedî sekinbin. Îro divê herkes qadanbin û ji bo rêbertî têkoşîn bikin. rêber apo hebûna me ye şervan îradeya me ne. Azadî ji Rêber Apo re.”