Şêniyên Qamişlo êrîşên dewleta tirk şermezar kirin

Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo êrîşên dewleta tirk li dijî Kobanê û Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

 
Qamişlo- Dewleta tirk her ku diçe gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir dike. Dewleta tirk di 20'ê Cotmehê bi balafirên bêmirov êrîşî bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû û maşineya sivîlan kiribû armanc. Her wiha duh cardin bi balafirên bêmirov êrîşî maşineyên sivîlan kir. Her wiha di meha tebaxê de PDK bi kemînekê êrîşî Xelîfanê kir ku di encamê de 5 şervanên azadiyê jiyana xwe ji dest dan. Şêniyên bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro daketin qadan û êrîş û kiryarên dewleta tirk û PDK şermezar kirin. Meşa ku ji kolana Kornîş destpêkir, li ber dergehê Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Her wiha di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alê Saziya Malbatên Şehîdan, Rêxistina Kongreya Star û pankartên şermezarkirinê hatibû hildan. Jinên ku beşdarî meşê bûn helwestên xwe parve kirin.
"Êrîşên dewleta tirk şermezar dikin"
Zînê Aslan ji bajarê Qamişloye helwesta xwe wiha parve kir: "Em li vir kombûne û êrîşên dewleta tirk û PDK şermezar dikin. Her wiha bi rojane dayikên şehîdan ên ku bi destê PDK hatine şehîd xistin, li ber dêriya Sêmalka benda cinazeya zarokên xwe ne. Bi rastî jî pênasekirina îxaneta PDK pir giran e. PDK êdî destê dijmina kurdan, dewleta tirk de ne, ev yek di destê PDK de namîne û wê dîrok rojekê hesab ji îxaneta wan bixwaze. Ez bang li PDK dikim û dibêjim ku zêr û pere we xilas nakin, dê rojeke bibin zincîr û bikevin qirka we de. Ji bo wê jî em bang dikin ku dilê wan dayikan neşewîtinin, we tucar qencî nekiriye, vê carê bikin û zarokên wan bidin. Her wiha em êrîşên dewleta tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi tundî şermezar dikin."
"Heta dawiyê berxwedan"
Endama Hêza Cewherî û Kongreya Star Wetha Hisên jî helwasta xwe wiha anî ziman: "Em herikîn qadan û êrîşên dewleta tirk û PDK şermezar dikin. Heta niha PDK zarokên me teslîmê me nekirine. Heta dayik cenazeya zarokên xwe hilgirin, ranawestin û em ê çalakiyên xwe li ber dêriya Sêmalka bidomînin. PDK ne îro bi salane êrîşî me dikin û bi destê wan gelek hevalên hêja jiyana xwe ji dest dan û mînaka wê jî şehîd Berîtan (Gûlnaz Karataş) e. PDK bi dewleta tirk re dibe yek û bi hezaran tang û topan êrîşî axa Başurê Kurdistanê dikin. Ev çiya, çiyayên kurdan e û her kurdek dê di wê axê de cihê xwe bigire û parastina wê bike. Em ê heta dawiyê li dijî êrîşên PDK û dewleta tirk li ber xwe bidin."