Şêniyên Qamişlo êrîşên dewleta tirk bi meşekê şermezar kirin

Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hemû Kurdistanê daketin qadan û meşek li dar xistin.

 
Qamişlo- Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser Kurdistanê û bi taybet li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Meşa rûmetê li dijî îxanet û dagirkeriyê” şêniyên bajarê Qamişlo meşiyan. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin hildan.  Meş ji taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo despêkir û li ber dergihê navenda Netewên Yekbûyî (NU) rawestiya. 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Welîda Botî axaftin kir. 
Welîda da zanîn ku PDK’ê hevkariya dewleta tirk di êrîşan de dike, her wiha dixwazin Gelê Kurd qir bikin û wiha pêde çû: “ Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê bi rengekî  eşkere êrîşî gelê me dike, em van kiryaran bi tundî şermezar dikin. Siyaseta qirkirinê ya ku di komploya navnetewî de heta roja îro li ser vî gelî tê meşandin di şexsê Rêber apo de berdewam dike.  Di heman demê de bi riya van kiryarên qirêj dixwazin îrade û vîna gelê ku bi salan li hember dagirkeriyê têkoşiyane bişkînin. Lê dê tu carî nikaribin vîna gelê me bişkînin.”
"Em bêdengiya cîhanê li hember êrîşan şermezar dikin"
Endama Kongreya Star Wetha Hisên nerazîbûna xwe li dijî êrîşan anî ziman û wiha got: “Em ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta tirk li ser hemû herêmên Kurdistanê derketine qadan. Em bêdengiya cîhanê li hember êrîşan şermezar dikin, ji ber hemû  dewlet li hember kiryarên dewleta tirk ên li dijî mirovahiyê bêdengin. Dewletên Ewropa bi navê demokrasî, ewlehî û aştîtiyê bang dikin, lê li hember dewleta tirk wijdanê wan miriye. Pêwîst e êdî sînorek ji dewleta tirk re bê dayin û herkîna xwîna mirovan bê rawestandin.” 
Meş bi dirûşmeya “Bijî berxwedan gelan” bi dawî bû.