Şêniyên Mexmûrê: Xemsariya hêzên berpirsyar dibe sedema êrîşan

Şêniyên wargeha Mexmûrê li diji êrişa duh ya SÎHA ya dewleta Tirk ku li parqa giştî ya wargehê pêkhatî daxuyanî dan.

Mexmûr- Piştî gefên serokomarê dewleta Tirk Erdogan li ser wargeha penaberan a Mexmurê duh bi SİHA ya êrîşî parqa giştî ya kampa Mexmûrê kirin. Şêniyên wargehê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk li ber derê Saziya Malbatên Şehîdan kombun û bi meşek girseyî heta cihê bûyerê parqa giştî a Şehîd Aryen Cudî meşiyan û li wê daxuyanî dan. Daxuyanî ji aliyê endama Koordinasyona Meclîsa îştar a Mexmurê Çîçek Cengîz ve hat xwendin.

Çîçek got:Weke tevayî raya giştî, gelê Kurd, derdorên demokrat û çapemeniya azad dizane gelê wargeha Ş.Rûstem Cûdî Mexmûrê di dîroka xwe ya penaberiyê de pir caran rastî êrişên bi rêbazên qirêj yên cûr be cûr hatiye. Bi taybet di van salên dawî de li dijî wargeha me pir caran êrişên hewayî pêkhatine. Di van êrişên dervey exlaqî, dervey mirovahî de gelek hemwelatiyên me jiyana xwe ji dest dane. Li aliyekî êrişên DAIŞ’ê, li aliyekî êrişên hewayî yên Tirkan û li aliyê din jî dorpêça li ser gelê me ji hêla PDK ve ev dû sale tê meşandin, tev li pêş çavê hêzên diber jiyana me de berpirsyar û soza parastina jiyanê dayîn me pêktên. Dihû ango 6’ê Hezîranê dûbare, ji sedema xemsarî, bê berpirsyarî, bê wijdanî û bêdengiya layenên berpirsyar yên weke hukumeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Koç û Koçberan, sazî û dezgehên mafê mirovan, partiyên siyasî yên herêma Kurdistan û Iraqê êrişek li ser gelê me dewleta faşîst a Tirk bi hevkariya PDK’ê li navenda wargehê pêkhat. Ev êriş li nava wargehê, li saha futbolê ya dikeve nava dibistanan û parka giştî di demjimêr 2 piştî nîvro de hat pêkanîn. Herçiqas ji sedema germahiya havînê û bêhndana salê ya xwendekaran tû ziyanên giyanî çênebûbin jî, lê armanca hedefgirtina herêmek bivî rengî girîng, di nava gelê me de tirs û xof dayîna çêkirin, gel bê îrade û bê bawer kirin û belavkirina wargehêbû.

Weke gelê wargehê ji sedema gef û hedef nîşandana Erdogan em li benda êrişên bivî rengîbûn. Di dema êrişên beriya niha pêkhatîn de, bi nivîskî, bi devokî, bi rûbirû û bi şêweyên cûda me derbarê xeterî û metirsiya li ser xwe tevayî hêzên di ber ewlekariya me de berpirsyar agahdar kiribû û wan ji soz dabûn ku wê gûh bidin dengê me û wê hewl bidin pêşiya van êrişên hovane bigrin. Lê mixabin êrişa dihû nîşaneya herî vekirî ya bê xemî, bê berpirsyarî û bê wijdaniya van hêzên berpirsyare û êdî dem hatiye em bêjîn, bêdengiya we tê wateya hevkarî û şîrîkahiya dewleta Tirk.

Gelo dewletek çawa dikare sinorê dewleteke din bi sedan kilometre derbaz bike û bê li wargehek a penaberan ku dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî de jiyana xwe didomênin û berpirsyariya hukumeta navendî ya Iraqê jî li ser heye bombeyan bi barêni. Weke gelê Mexmûrê, zarok û jin, kal û pîrên Mexmûrê, em êdî ji we daxwiyaniyên şehmezar kirinê naxwazîn, em ji we bangawaziyan naxwazîn, em ji we di emel de di jiyanê de avêtina gavan dixwazîn, pêşîgirtina fîzîkî ya êrişan dixwazîn, herçiqas êdî baweriya me li beramberê edaleta we, beramberê maf perweriya we, zagonên we yên parastina mafê penaberan lewaz bûbe jî, lê weke daxwazekî dîsa em heman bangawaziyê li we dikîn ku hun bi berpirsyariyên xwe rabin û beramberê me erkê xwe yê demê bicihbînin.

Weke tê zanîn di sala 2014’an de di dema êrişa DAIŞ’ê de em bûn hedef, di alî ziyanên canî û madî de me gelek windahî dan, herwiha di sala 2015’an û despêka sala 2020’an de dîsa di êrişa DAIŞ’ê ya li ser me pêkhatî de, sê hemwelatiyên me şehîd bûn û hêjmarek hemwelatî jî birîndarbûn. Ji sala 2018’an heya îro ango 2021’an her sal li ser wargeha me dû-sê car ji hêla dewleta Tirk ve êrişên hewayî yên pir berfireh pêktên. Li rexa van êrişane dû sale ji hêla PDK ve rêgirî û dorpêçek li ser wargeha me heye û ji sedema vê dorpêçê hêjmarek zarokên çavê xwe lî cîhanê ne vekirîn û hêjmarek hemwelatiyên nexweşên kronîk di seytereyên PDK de jiyana xwe ji dest dan. Ev pêkanîn û kirinên dervey mirovî û dervey zagonên netewî û navnetewî tev weke belge di destê medene, me berê radestî hemû cihên peywendîdar kirine, bi boneya êrişa dawî ya li ser me, emê dîsa van belgeyane tev radestî tevayî cihên eleqeder û berpirsyar bikîn.

Weke gelê Mexmûrê em ji vir bi îrade û baweriyekî xûrt bi şêweyek vekirî û zelal eşkere dikîn, wê têkoşîna me ji bo jiyanek bi rûmet berdewam bike, wê tû caran ev êriş me ji doza me, ji daxwazên me, ji Rêbertî, şehîd û şervanên me nede dûrxistin û heya jiyanekî azad emê li berxwe bidîn, herwiha emê tû caran serî tewandinê, teslîmkariyê, çok danînê ne pejirênîn, divê ev helwesta me hem ji hêla gelê Kurd û dostên Kurdan ve hem jî, ji hêla dijminên miravahiya pêşverû û hevalbendên wan ve baş were zanîn.”        

Daxuyanî bi duruşmeyên “Bimre îxanet”, “Bê Serok jiyan nabe” û ‘Bijî berxwedan Mexmûrê’ bi dawî bu.