Şêniyên Mexmûrê piştgirî dan berxwedana Bendava Tişrînê

Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi daxuyaniyekî êrişên dewleta Tirk a li dijî Bendava Tişrînê û Qereqozaxê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi gelê berxwedêr a Rojavayê re dan diyar kirin.

Mexmûr – Saziya Malbatên Şehîdan ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), bi daxuyaniyekê êriş û dagirkeriya Dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li Bendava Tişrînê û Qereqozaxê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi gelê berxwedêr a Rojavayê Kurdistanê re dan diyar kirin.

Daxuyanî bi tevlîbûna malbatên şehîdan li avahiya Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Cangoriyên Azadiya Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Saziya Malbatên Şehîdan Sarya Marînos ve hate dayîn.

‘Rihê Kobanê li Bendava Tişrînê didome’

Sarya Marînos, di kesayeta cangoriyên Rojavayê Kurdistanê de tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê bibîranî û wiha axivî: “Dewleta Tirk bi salane li dijî gelê Kurd êrişên qirkirin û tûnekirinê pêktîne. Ji 8’ê Kanûna 2024’an vir ve dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êrişê Rojavayê Kurdistanê dikin. Gelê me ya berxwedêr li Bendava Tişrînê û Qereqozaxê li dijî êrişan têkoşîn û berxwedanek mezin didin. Rihê Kobanê li Bendava Tişrînê didome.”

‘Dema mijar dibe Kurd, cîhan bêdeng e’

Sarya Marînos, diyar kir ku li dijî êrişan bêdengiyek mezin a navneteweyî heye û wiha got: “Li berçavê hemû cîhanê êrişê gelê Kurd tê kirin û rojane gelê sivîl tê qetilkirin. Lê dema mijar dibe Kurd, cîhan bêdeng e. Em bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar bikin. Dewleta Tirk bi awayekî hovanê êrişê gel dike û ji bo nixûmandina hovatiyên xwe ragihandina azad hedef digre. Lê bila dijmin baş bizane çi dike bila bike wê serkeftin ya gelê Kurd be.”

‘Em ê bi hêza xwe tevahî êrişên dijmin têk bibin’

Sarya Marînos, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em wek gelê Mexmûrê li kêlaka gelê xwe ya Rojavayê Kurdistanê ne û piştgiriya gelê xwe dikin. Emê bi yekîtî û hêza xwe tevahî êrişên dijmin têk bibin. Em bang li tevahî mirovahiyê dikin ku bila li dijî êrişan xwedî helwestbin û piştgirî bidin gelê berxwedêr.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana QSD’ê’ dawî bû.