Şeniyên Mexmûrê li dijî tecrîdê meşiyan

Şêniyên Wargeha Mexmûrê bi boneya salvegera Çalakiya Nobetê ya bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, meşeke girseyî li dar xistin.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, salek li pey xwe hişt. Bi vê boneyê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan û ciwanên Mexmûrê meşek girseyî hat lidarxistin. Meş bi tevlîbûna şêniyên wargehê li ber Saziyê Malbatên Şehîdan dest pê kir, heta parqa Aryen Cûdî  berdewam kir. Di meşê de bênavber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin berzkirin. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Gel Fîlîz Budak axivî.

‘Yek jî sedemên domandina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê xiyaneta mala Barzan e’

Fîlîz Budak, di destpêka axaftina xwe de balkişand tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Di encama komploya ku li hemberê Tevgera Azadî, Rêbertiya me û gelê Kurd hatiye meşandin de Rêbertî ya me ev 26 salin li girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin.  Yek jî sedemên ku berdewamkirina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê xiyaneta mala Barzan e.  Ji bo ku Rêbertî ji vê pêvajoyê re pêşengtî neke û nêrinên xwe bi gel re parve neke, pergala imraliyê ya bi taybet hatiyê avakirin her roj di meriyetî de ye. Tu maf ji bo Rêbertî nayê dayîn. Hêzên komploger di sedsala 21’an de li îmraliyê pergalek nû ya îşkenceyê dan avakirin. Ev pergala îşkenceyê di kesayeta Rêber Apo de li ser tevahî mirovahiyê tê meşandin. Divê têkoşîna ku em dimeşînin li dijî pergala Îmraliyê be.”

‘Fikir û felsefeya Rêber Apo li seranserê cihanê belav dibe’

Fîlîz Budak, di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li seranserê cîhanê belavbûye û wiha axivî: “Çalakiya Nobetê ku bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destpêkir, sala xwe tijî kir. Bê guman li seranserê cihanê bi hezaran mirov ji bo azadiya Rêber Apo li ser lingan e. Ev yek jî diyar dike ku fikir û felsefeya Rêber Apo li seranserê cihanê belav dibe.”

‘Em ê heta kêliya jiyana xwe têkoşin û berxwedana xwe bidomînin’

Fîlîz Budak, di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de têbîkoşin û wîha got: “Pêwiste em li dijî dijminên xwe û xiyaneta PDK'ê di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de têkoşina xwe bimeşînin. Em bang gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî êriş û dagirkeriyê xwedî helwest bin. Em ê wek gelê Kurd heta kêliya jiyana xwe ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşin û berxwedana xwe bidomînin.”

Meş bi dirûşman bi dawî bû.