Şêniyên Mexmûrê li dijî tecrîdê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin
Şêniyên wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê çalakiya xwe ya nobeta azadiyê ya ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabûn destpê kirin, vegerandin çalakiya greva birçîbûnê.
Mexmûr – Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê li dijî tecrîda girakirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin di 10’ê Kanûna 2022’an de dest bi çalakiya Nobeta Azadiyê kiribûn. Şêniyên Mexmûrê çalakiya Nobeta Azadiyê, îro vegerandin çalakiya greva birçîbûnê ya bi dem û dorveger.
Çalakiya greva birçîbûnê îro li Saziya Malbatên Şehîdan ji aliyê koma yekem ve dewr hat girtin.
Beriya çalakî destpê bike ji bo giyanê tevayî Şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Paşê ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Wargeha Penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê Yusûf Kara ve daxûyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de pêşenga tevgera azadiya jinên Kurd Viyan Soran a di 2’ê Sibata 2006’an de li dijî Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an bedena xwe da ber agir û pakrewanên çalakiyên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ çalakiyan lidar xistin û jiyana xwe ji dest dan hatin bibîr anîn.
‘Tecrîd li ser hebûna me tê meşandin’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 24 sal e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a afirînerê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di pergala îşkence ya li Îmraliyê tê girtin û wiha hat gotin: “Di dîroka cîhanê de bi tû awayî sîstema ku îro li Îmralî tê meşandin, sîstemek bi vî awayî nehatiye pêkanîn. Ji ber Rêberê me Rêberek yê mirovahiyê ye û li beramberî moderniteya kapîtalist, li beramberî qirkirina mirovahiyê sîstemek nû ji bo avakirina mirovatiyek azad bide meşandin. Dewletên faşîst ji ber li gor berjewendiyên xwe yên qirêj yên siyasî vê sîstemê tecrîdê bi destê NATO yê pêk tîne. Wek gelê Kurd ji bo em bikarîn vê faşîzmê, qirkirinê û vê bê mafiya ku îro li ser Rêberê me û li ser hebûna me, di kesayetiya Rêbertiya me de li ser şoreşa me û me Kurdan dixwaze ji qirkirinek nû derbaz bike û destkeftiyên ku bi bedelên herî giran hatî bi destxistin û bi keda Rêbertî hatî hunandin ji holê rake serî li hemû rê û rêbazên qirêj û gemar yên li dijî miroviyê daye.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku çalakiya Nobeta Azadiyê ya 55 roj in li wargeha Mexmûrê hatiye destpêkirin ew ê veguherînin çalakiya greva birçîbûnê û ji bo şikandina tecrîdê banga hişyarbûnê li her kesê xwedî wijdan hat kirin. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku heya ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî bê girtin ewê di nav çalakiyan de bin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Kesek Nikare Roja Me Tarî Bike’ bi dawî bû.