Şêniyên Mexmûrê li dijî êrişan meşiyan: Ji hêza jinê ditirsin

Şêniyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cudî a Mexmûrê bi meşekî girseyî êrişên bê navber yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina pêşengên şorela jinê, şermezar kirin.

Mexmûr- Şêniyên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê duh bi meşekî girseyî êrişên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina pêşengên şoreşa jinê şermezar kirin.

Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan ya wargehê destpê kir û heya parka Şehîd Aryen Cudî bi dawî bû. Şêniyên wargeha Mexmûr di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Bimre îxanet’ berz kirin. Piştî ku meş li ber parka Şehîd Aryen Cudî bi dawî bû, di kesayeta Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, Cîgira Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Lîman Şiwêş û welatiyê bi navê Firat Tûma de ji bo tevayî şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de deqîqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê daxuyanî hat dayîn, daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Gel ya Wargeha Mexmûrê Fîlîz Budak ve hat dayîn.

‘Bi sedsalane şerê çandî û fîzîkî li ser me dane pêkanîn’

Fîlîz Budak di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Yusra Derwêş, Lîman Şiwêş û Firat Tûma de hemû şehîdên şoreşa Rojava bi bîr anî û wiha got: “Em ji gelê Kurd yê berxwedêr, têkoşer yê ku di nava vê rêwîtî û berxwedana bi rûmet de cih digre û ji Rêber Apo re sersaxiyê dixwazîn. Wekî gelê Kurd hem bi awayek çandî û hem bi awayek fîzîkî em di nava pencên qirkirinê de ne. Rêbertî ev rastiye bi salane diyar kiribû. Dewletên dagirkerên Kurdistanê, hêzên ku wan ji bo xwe didin bikaranîn ji bo ku gelê Kurd û Kurdistan nebe xwedî statû şerê sedsalan dane meşandin. Bi sedsalane şerê çandî û fîzîkî li ser me dane pêkanîn. Ruxmê ku zanîn wê tu caran bi qirkirinên fîzîkî nikarin me têk bibin, li beramberî her komkujiyekê, êrişekî, operasyonekî gelê Kurd çawa îradeye xwe xurt dike, bi rêxistin dike. Ruxmê ku tê dîtin jî di vê şerê qirêj yê sedsalan dane meşandin de bi îsrar in.”

‘Hêzên desthilatdar çav berdaye ser keda jina Kurd’

Fîlîz Budak da diyar kirin jina Kurd di her qadên jiyanê de tên hedef girtin û got: “Taybet wek hêzên desthilatdar yê mêrsalarî, hêza pergala dewletî li herderê çav berdaye keda jina Kurd, destkeftiyên jina Kurd û çav berdaye hêza têkoşîna azadiya jinê ku dibin pêşengtiya jina Kurd de pêş dikeve vê hêzê hilweşîne, vê hêzê lewaz bike. Lewra li her qadê pêşengên me kirine hedefa xwe. Heval Yusra ku hevseroka kantona Qamişlo bû, di avakirina şoreşa Rojava, di komxebatên jinan, di xeta îdeolojiya rizgariya jin de xwedî kedek bi salan bû, weke mîrasê sedsalan girtî xwedî kedek demdirêj bû.”

‘Bi têkoşîna hevpar em ê bikarin têkoşînê bi ser bixin’

Fîlîz Budak di dawiya axaftina xwe de bang li tevayî jinan kir ku li beramberî van êrişan bibin yek û got: “Banga me ew e ku her jinekî, her welatparêzekî, her kesekî ku dibêje ez rêhevalê jin yên rastî me û her mêrekî ku dibêje min ji fikrê Rêber APO bawer kiriye û ez rêhevalê wî me îro pêwîst e li beramberî van komkujiyan bibin yek, li derdora vê paradîgmayê bibe yek. Bi têkoşîna hevpar, hevalbendiya jina azad û mêrê azad emê bikarin vê têkoşînê bigihînin serkeftinê, em ê bikarin hesap ji vê faşîzma qirker û dagirker bixwazin. Ji ber vê em dibêjin Şehîd Namirin, Şehîd di doz û têkoşîna me de jiyan dikin.”

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berz kirin.

‘Jinên pêşeng tên hedef girtin’

Hevşaredara wargehê Fatma Bîlen a ji ajansa me re axivî bal kişand ser zêdebûna êrişên dewleta Tirk ya piştî hilbijartinê û wiha got: “Piştî hilbijartinê êrişên li ser Rojava zêdetir bûne. Dewleta Tirk a faşîst di van êrişan de zêdetirî xwe jinê dike hedef. Têkoşerên me, jinên me yên pêşeng yên ku pêşengiyê ji jina azad re dikin tên hedef girtin. Ev êriş ne tenê li ser Rojava ye, li ser hemu gelê Kurd heye, li ser Şengal, Mexmûr heye. Em van êrişan şermezar dikin, em dibêjin hemu dewletên berpirsyar ku çavê xwe li êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê digrin bila li erk û berpirsyariyên xwe xwedî derkevin û nerazîbûnên xwe nîşa bikin.”

‘Ji hêza jinê ditirsin’

Fatma Bîlen diyar kir ku ji ber ku jinên Kurd di her qadê de rola pêşengiyê dilîzin dibin hedefa dewleta Tirk û wiha berdewam kir: “Jinên Rojava di têkoşîn û hêza xwe de, xwe daye pêşxistin. Dema ku DAIŞ êrişî Rojava kir yê ku pêşengî ji wî şerî re kir, jin bûn. Ji ber wê yekê jin zêdetirî xwe hedef têne girtin. Ew sîstem ku Erdogan bi DAIŞ’ê dayî meşandin hewldan ku jinê tune bikin. Niha di bakur û rojhilatê Sûriyê de zêdetirî xwe di hêza YPJ’ê de ev pêş ketiye, ji hêza jin ditirsin.”