Şeniyên Mexmûrê: Hevkariya PDK’ê û Iraqê berdewam e

Şeniyên Wargeha Mexmûrê, 10’emîn salvegera êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Şengal û Mexmûrê bi daxuyaniyek şermezar kirin û diyar kirin ku hevkarî û îxaneta PDK’ê û hikûmeta Iraqê ya li dijî gelê Şengalê didome.

Mexmûr- Şeniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 10’emîn salvegera êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên di 3’ê Tebaxa 2014’an de li ser Şengalê û di 6’ê Tebaxa 2014’an de jî li ser Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi beşdariya gel li Saziya Malbatên Şehîdan û bi deqeyek rêz girtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Hisên Kara ve hate dayîn.

Hisên Kara, di destpêka axaftina xwe de di kesayeta Rojnamevan Denîz Firat de hemû şehîdên Tevgera Azadiyê bi bîranî û wiha got: “Hêzên hegemon û dagirker li hev kombûn û çeteyên DAIŞ’ê avakirin. Armanca wan dagirkirîna Kurdistanê bû. Çeteyên DAIŞ’ê hemwext êrîşê Şengal û Mexmûrê kirin. Xwestin dîrok û baweriya qeyîm a gelên Şengalê ji holê rabikin. Di hezaran ji qirkirinê derbaskirin. 12 gerîlayên azadiya Kurdistanê bi hezaran gelê Êzîdî ji qirkirinê rizgarkir. Gelê Şengalê niha êdî bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe birêxistindikin û diparêzin.”

‘Hevkarî û îxaneta PDK’ê û Iraqê berdewam e’

Hisên Kara, diyar kir ku hevkariya PDK û hikûmeta Iraqê ya li dijî gelê Şengalê didome û got: “PDK’ê û hikûmeta Iraqê yên îxanet li gelê Êzidî kir û hevkariya qirkirina gelê Êzidî kir, destpêkê peymana 9’ê Cotmehê derxistin û îro jî di salvegera fermana Şengalê de biryara girtina Partiya Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) didin. Lewma divê gelê li dijî van êrîşan sekin û helwesta xwe ya rast nîşan bide û xwedî li gelê Êzidî derbikeve.”

Hisên Kara, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzên navnetewî kir ku xwedî li erk û berpirsyartiya xwe derbikevin û Xweseriya Demokratîk ya Şengalê nasbikin.

Daxuyaniya bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ dawî bû.