Şêniyên Mexmûrê ji bo piştgiriya berxwedana Tişrînê meşiyan
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Mexmûrê de li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Suriyê meşekî girseyî hat lidarxistin. Di meşê de berxwedana gel a li Bendava Tişrînê hat silav kirin.
Mexmûr – Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ji 8’ê Kanûna 2024’an ve êrişên xwe yên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet li Bendava Tişrînê zêdetir kirine.
Di êrişên li ser Bendava Tişrînê de heta niha 8 welatî hatin qetil kirin û 55 jî birîndar bûn.
Dibin pêşengtiya Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Mexmûr (TJCM-TCM) de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi armanca şermezarkirina êrişan meşekî girseyî hat lidarxistin. Meş li Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber deriyê parka Şehîd Aryen Cudî.
Di meşê de bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedan Tişrînê’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin gotin. Piştî meş gihişt ber parkê daxuyaniyek hat dayîn. Beriya daxuyanî were dayîn ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Berdevkê Tevgera Ciwanan Sîpan Yaman ve hate dayîn.
‘Em ê bi berxwedana ciwanan dagirkeriyê tune bikin’
Sîpan Yaman diyar kir ku geşedanên herî dawî diqewimin diyar dike ku dewleta Tirk a dagirker di tunekirina gelê Kurd de israr e û wiha got: “Dixwazin bi rê û rêbazên qirêj gelê Kurd bixapînin û tune bikin. Lê gelê Kurd û ciwanên Kurd yên ku bi fikir û felsefeya Rêbertî xwe perwerdekirine ti caran serî natewînin û hertim ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dinava têkoşînê de ne. Wek dirûşmeya demê, em ê bi berxwedana ciwanan dagirkeriyê tune bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”
‘Wek gelê Kurd em di berxwedana xwe de bi israr in’
Sîpan Yaman dinava axaftinên xwe de berxwedana gel a li Bendava Tişrînê silav kir û ev tişt anî ziman: “Piştî hevdîtinên li gel Rêbertî, êrişên dijmin yên li ser qadên çiya, bendava Tişrînê û giştî Kurdistanê zêde bûn. Konvoya gel raste rast tê hedefgirtin. Dixwazin gelê Kurd di berxwedana xwe de gav paşde bidin. Bê guman wê berdêl werin dayîn, lê wek gelê Kurd em di berxwedana xwe de bi israr in û em xaka ku me bi saya şehîdên xwe bi dest xistine ti caran bernadin.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.