Şêniyên Kobanê û Til Temir li dijî dagirkeriyê meşiyan

Welatiyên kantona Kobanê û Til Temir li dijî bombebaran û gefên dewleta tirk yên li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê meşiyan.

 
Kobanê/Hesekê- Dewleta tirk û hevkarên wê bê navber gefan li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê dixwe. Bi balefirên bê mirov, qutkirina çemê Firatê, hemû rê û rêbazan êrîşî Kobanê dike. 20 û 23'ê Cotmehê bi balefirên keşifên ên bê mirov li erebeya sivîlan da, di encamê de birîndar û şehîd çêbûn. Li rex van êrîşan gefên dewleta tirk û tevgera balefirên bê mirov ên li ser herêmê ranawestin, her roj balafirên keşifê tevgera xwe zêde tir dike. Têkildarî van êrîşan û gefên dewleta tirk li ser herêmê bi sedan şêniyên kantona Kobanê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jin, Tevgera Civaka Demokratîk, Partiya Yekîtiya Deomkratîk û Meclîsa Malbatê Şehîdan û partiyên Siyasî bi silogana "Bi têkoşîna gelê şoreşger emê îxanet û faşîzmê têk bibin" li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê meşiyan. Li Til Temirê jî bi heman minasebê meş çêbû. 
Gel li qada Jina Azad kombûn û bi hilgirtina pankartên bi nivîsa "Ev der Kobanê ye", wêneyên canogriyên azadiyê û kesên ku di bombebarana dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan, posterên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, her wiha berzkirina diruşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Şehîd namirin" û "Bimre îxanet" ber bi qada şehîd Egîd ve meşiyan û rawestiyan. Ji bo bîranîn cangoriyên azadiyê gel deqeyek rêzgirtin sekinîn. Pişt re li ser vanê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)'ê Ayşe Efendî axivî.
Ayşe got: "Gelê berxwedêr hêviya gelan, em dibînin ku roj bi roj şehîdên me zêde dibin, em gelê Kobanê xwedî şoreşa 19'ê Tîrmehê ne, emin yê ku me hêza terorê di Kobanê de şikand, emin yê ku van destkefî bi destxistin û heya vê rojê jî li berxwedidin. Em xwedî 11'e hezar şehîdin, van buyerên ku bi ser mede tên tevahî lîstokên dijminin, ev ji ehmaqî û dijmintiya wan tê, dixwazin tirsê di hindirê me de biçînin, koçberî di nava gel de destpêbikin, dûh bi şev cardin bi mayînên destan bi kar anîn, balafirên dewleta tirk li ser bajarê me ranawestin, tê wê wateyê ku xayîn di nava me de hene hevalno gelê berxwedêr, yê ku pêl xwîna şehîdan bike cihê xwe li vir nîne, divê em van neyaran ji nava xwe derxin. Dixwazin destê dayik û zarokan ji hevdû qut bikin. Divê her kes xwe berçavan re derbas bike, kijan dijmine kijan xayîne bi awayekî serbest di nava me de digere û zarokên me şehîd dixe, erkên li ser milê me dike em van xayînan ji nava xwe derxînin. Dayikên şehîdên sozdane, dayika Bakur got ez Kurdim ez narevim, dayika Kobanê dibin darbestên şehîdan de hêviyên serkeftinê bidestin û dayikn Efrînê got ez bê zarok dijîm lê bê welat najîmin."
Meş bi siloganên "Bimre îxanet" , "Bijî berxwedan", bi dawî bû.
Welatiyên Til Temirê jî bi girseyî li hember êrîşan meşiyan
Di nava çend rojên dawî de dewleta tirk a dagirker du êrîşên hewayî li bajarê Kobanê pêk anî. Têkildarî vê mijarê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn nîşanî van êrîşan dan. Bi heman armancê şêniyên navçeya Til Temir a Kantona Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi kurd, ereb û aşûriyên xwe êrîş bi meşekê şermezar kirin. Şênî li SMŞ'ê kom bûn û meş dest pê kir, ber bi kolana Filistînê meşiyan. Şêniyan bi dengekî bilind ku ji zingiloka wan a zelal der dihat êrîş şermezar dikirin û siloganên ku berxwedana gel û şervanan tîne ziman berz kirin. Meş li dawiya kolana Filistînê rawestiya û piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mihemed Seyîd Şêxmûs li ser navê girseyê peyam da. 
Peyam wiya ye: "Welatê me, bûye navenda şerê hêzên hegemon û emperyal. Ji bo dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî qaşo hevpeymana agirbestê hate îmzekirin, lê mixabin dewleta tirk a dagirker vê hevpeymanê pêk nayîne û gorî bendên agirbestê tevnagere. Xeta cebhê taybet li aliyê Til Temirê rojekê jî nesekinî ye û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker heya vê kêliyê jî li dijî gundewarên wê didome û herî zêde jî li ser gundê Dirdara, Til Cûma û Til Kêfçî. Dewleta tirk vê carê berê xwe da ye êrîşên hewayî li dijî sivîlên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev yek qet nayê qebûl kirin û hevkarê dewleta tirk di vê êrîşê de jî hene. Vê carê dewleta tirk Kobanê dike hedefa balafirên xwe yên keşfê, îro Kobanê bûye Vêtnam û berxwedaniya wê bûye cîhanî. Ji ber ku berxwedan ji Kobanê de dest pê kir, dewleta tirk dixwaze di wir de jî wê çirûskê vemirîne, ji lewra giranî da ye wê deverê. Em bang li Koalîsyona Navdeweletî û Civaka Navneteweyî dikin ku êrîşên dewleta tirk li ser vê herêmê rawestînin û bi erkê xwe ve rabin."
Meş bi diruşmeya "Şehîd Namirin" bi dawî bû.