Şêniyên Kobanê li hemberî êrîşên ser Başûrê Kurdistanê meşiyan
Şêniyên Kantona Kobanê bi armanca şermezarkirina êrîşên ser xaka Başûrê Kurdistanê meşiyan.
Kobanê - Bi sedan şêniyên Kobanê bi dirûşmeya "Bi rihê berxwedaniya Garê, wê serkeftin ya hemleya Gêrîla Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê be" li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê meşiyan. Gel li qada Jina Azad kombûn û bi berzkirina siloganên ku berxwedana şervanên Tevgera Azadiyê silav dike ber bi qada Aştî ve herikîn. Meş li qada Aştî rawestiye, meşvana ji bo bîranîna cangoriyên azadiiyê deqeyek rêzgirtin sekinîn. Pişt re Endamê Meclîsa Kobanê Ismayîl Remedan axivî. Ismayîl da zanîn ku: "Dewleta tirk dixwaze serdema Osmaniyan vegerîne, lê wê Tevgera Azadiyê dîrokê veguherîne û xeyalên Tirkiyeyê pûç bike. "
Jina bi navê Êma Mehmûd beşdarî meşê bibû, nêrîna xwe anî ziman û wiha got: "Em amede ne ji bo şervanên Tevgera Azadiyê 24 saetan li qadan bin. Yên îro di êrîşên dewleta tirk de li ser xaka Başûrê Kurdistanê şehîd dikevin, zarokên mene. Ji ber vê her zarokekî me şehîd dikeve, kelecana me zêdetir dikele û vîna me bi hêztir dibe. Li ser vê bingehê em dayikên şehîdan û şervanên Tevgera Azadiyê silav dikin, em ê heta dawiyê xwedî li keda zarokên xwe derkevin."
Meş bi dirûşmeyên "Bijî berxwedaniya Gêrîla" û "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.