Şêniyên Kantona Qamişlo 1’ê Gulanê pîroz kir

Bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin dirûşmeya `1`ê Gulanê li kedkarê mezin Rêber Apo pîroz be ` Roja Cîhanî ya Kedkaran li Navçeya Tirberspiyê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kirin.

Qamişlo- 1`ê Gulanê weke Roja CÎhanî ya Kedkaran tê naskirin. Îro bi vê boneyê, bi sedan şêniyên Kantona Qamişlo, kedkar, saziyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser, meclisa malbatên şehîdan, tevger û rêxistinên jinan û partiyên siyasî din bin dirûşmeya ` 1`ê Gulanê li kedkarê mezin Rêber Apo pîroz be ` li Navçeya Tirbespiyê ya girêdayî Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi coşeke mezin ev roj pîroz kirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê, li ser navê Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêvî Silêman axaftin kir.

`Jinên kedkar li hember mêtîngeriyê serî hildan`

Hêvî Silêman Roja Cîhanî a Kedkaran li tevahî karker, kedkar û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir û got: Ji sedê salan ve sîstemên mêtînger ked û rola jinan çewisandin, van sîsteman koployên herî qirêj derheqê keda jinan de pêk anîn, lê jinên kedkar êdî li hember wan sîsteman serî hildan. Jinan bedelên giran dan di vê têkoêşînê de heta ku gihan armancên xwe. Jina kedkar, dayika kedkar bi îsrar û karê xwe xwe di her qadê îsbat kir. Jinên kedkar şoreş çêkir, têkoşîn xwe biser xist û diyarî tevahî ferdên civakê kir.

Pîrozbahî bi stran û govendên komên hunerî yên Kantona Qamişloyê bi coşek mezin dewam kir.