Şêniyên Kantona Firatê li dijî komkujiya Sirînê meşiyan
Şêniyên Kantona Firatê li dijî komkujiya Sirînê meşiyan û pêyama “Ruxmê êriş û komkujiyan em ê heta dawiyê li ser axa xwe bin û li ber xwe bidin” dan.
Kobanê – Dewleta Tirk duh bi balafira bêmirov û bi çek êrişî navenda sûka bajarê Sirînê kir. Di encama êrişê de 12 welatî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birînadar bûn. Ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk kir şêniyên bajarê Kobanê yên kantona Firatê meşeke girseyî li dar xistin.
Meş bi beşdarbûna hemû sazî û dezgehên bajarê Kobanê li qada Jina Azad a bajarê Kobanê dest pê kir heta Qada Şehîd Egîd domiya. Di meşe de alên QSD û YPJ’ê hatin bilindkirin û bênavber dirûşmên ”Bijî berxwedana QSD”, “Berxwedan jiyan e” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Sirîn” hatin berzkirin.
Banga rawestandina êrişan
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê, li ser navê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Salih Hec Îsa axivî û wiha got: “Em komkujiya dewleta Tirk a li bajarê Sirînê pêk anî şermezar dikin. Gelê Kobanê heta dawiyê dê bi gelê xwe re be. Em bang li rêxistinên mafên mirovan ên cîhanê dikin û dibêjin ku tevî her roj êrîşê me tê kirin û komkujî çêdibin jî çima deng ji wan dernayê? Qey mafê zarokan tune ye jiyana xweş bijîn. Divê êrîşên dewleta Tirk bidin sekinandin. Em dibêjin em ê heta dawiyê li ser axa xwe bin û piştgiriyê bidin hev heta dawiyê.”
Meş bi dirûşmên “Berxwedan Jiyan e” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.