Şêniyên Hesekê ji bo parastina saziyên xwe kon vedan

Bi armanca parastina binsaziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şêniyên bajarê Hesekê sê roj kon vedan.

Hesekê-Dewleta Tirk bênavber binsaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafiran bombebaran dike. Bi armanca parastina binsaziya herêmê sê kon hatin vedan. Kon li ber depoyên genim a Til Hecerê, Kargeha Xezil û kargeha Pembo hatin vedan û dê 3 rojan berdewam bike.

Têkildarî vegirtina konan daxuyanî ji aliyê endama Odeya Bazirganiyê ya bajarê Hesekê Rewda Şakir Îbrahîm ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em gelê bajarê Hesekê êrîşên dewleta Tirk li ser binsaziya herêmê şermezar dikin. Me biryar daye ku em parastina binsaziya herêma xwe bikin. Ji ber ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze em rastî krîzek aborî werin û dest ji welatê xwe berdin. Ev êrîş jiyana me ya rojane dixe xeterê  lewma îro em di bin konan de cih digrin û em ê heya dawî parastina binsaziya herêma xwe bikin. Em bêdengiya dewletên navneteweyî şermezar dikin û dibêjin ku xeta berxwedanê xeta xelasiya ji bindestî û ji bo ku em destkeftiyên xwe biparêzin em ê heya dawî li ber xwe bidin û li hemberî kiryarên qirkirinê derkevin.”

Bernameya konê ya roja yekem bi tevlibûna Kongra Star, TEV-DEM, Meclisa navçeya Başûr a bajarê Hesekê û şaredariyê berdewam dike. Bi armanca parastina binsaziya herêmê dê sê roj kon vegirtî bin û 24 saetan ji aliyê saziyên civaka sivîl û gel ve werin ziyaret kirin.