Şêniyên Hesekê Şoreşa 19 ‘ê Tîrmehê pîroz kirin
Şêniyên Bajarê Hesekê bi hemû pêkhatyên xwe salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi şahiyekê pîrozkirin.
Hesekê-Bi boneya salvegera 9’emîn Şoreşa 19’ê Tîrmehê û bi dirûşmeya "Bi rihê Şoreşa 19’ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" bi sedan ji şêniyên bajarê Hesekê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyek li hola Xabûr ya taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xistin.
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo pakrewanên azadiyê despêkir, paşê li ser nave Rêveberiya Xweser Ebid El- Xenî Oso axaftin kir.
‘Parastina nirxê şoreşê erkê her kesî ye’
Ebid El-Xenî Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelên bakûr û rojhilatê Sûriyeyê û hêzên leşkerî pîroz kir û wiha got: ” Şoreşa 19`ê Tîrmehê berdewamiya têkoşîna rêhevalên me yên berxwedana 14`ê Tîrmehê ye û yek ji berhemên vê şoreşê ye. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi kedek mezin û bi pêşengtiya jinan hate li dar xistin, li ser vî esasî Rêveberiya Xweser hate bi rêxistinkirin. Îro ji her kesî tê xwestin ku xwedî li nirxê şoreşê derkeve, hêzên desthilatdar êrîşî van deskeftiyan dikin û hewl dide şoreşê têk bibin. Bi teybet dewleta tirk bi hemû rêbazan êrîşên xwe pêk tîne. Lê em wekî gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîst e em asta têkoşînê bilindtir bikin û parastina nirxê şehîdan bikin.”
Paşê Koma Tolhildan ya bajarê Hesekê stran pêşkêş kirin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.