Şêniyên gundên Bazarcixê li ber malên xwe yên rûxiyayî ne

Erdheja ku navenda wê Bazarcixa Mereşê bû, hema bibêje gelek gund bi temamî hilweşiyane. Jinên şêniyên gundan ji ber ku xebatên lêgerînî dereng dest pê kirin bertek nîşan dan û diyar kirin ku wan bi xwe cenazeyan ji bin malên hilweşiyayî derxistine.

Mereş – Li Bazarcixa Mereşê ku navenda erdheja yekemîn bû; xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn. Navçeya ku hema bibêje hemû avahiyên wê bi tevahî hilweşiyane, gelek gundên girêdayî wê jî di heman rewşê de ne. Li gundên girêdayî navçeyê hemû malên duqatî hilweşiyan, malên yekqatî jî zirarê dîtin. Li gorî daxuyaniya walîtiyê li navçeyê ji nav 872 avahiyên hilweşiyayî 41 kes hatine rizgarkirin û 413 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane her roja diçe zêdetir dibe.

Li gundan nîvê malan hilweşiyan

Tevî navçeyê, malên gundên nêzî wê jî hemû rûxiyane. Şêniyên gundan diyar kirin ku sê rojên destpêkê gelek zehmetiyan kişandine. Şêniyên li gundên Osmandede û Ordekdede jî diyar kirin ku wan cenazeyên xwe ji bin xirbeyan derxistine, zarokên wan sê roj birçî û li ber sermayê mane.

'Me cenazeyê xwe derxist û defin kir'

Yek ji şêniyên gund Fatma Yildirim, got ku sê rojên destpêkê ne AFAD, ne jî rayedareke din neçûye gundan û da zanîn ku wan cenazeyan bi derfetên xwe derxistine. Fatma Yildirim wiha got: “Li vir tu xebat tunebû, AFAD nehat. Xesuya min di bin mala hilweşiyayî de ma, em li 112 geriyan, me alîkarî xwest. Ji me re gotin ku ew li Narliyê ne, nikarin mirovên li wê derê bihêlin û werin. Herî dawî hevjînê min ji hevalên xwe kepçeyek xwest. Me wisa xesuya min ji wê derê derxist. Ne ambulans heye ne jî tiştek din. Me bi derfetên xwe wê derxist, şûşt û defin kir.”

'Gelek cenaze hê di bin enkazê de ne'

Fatma Yildirim da zanîn ku cenazeyên gelek xizmên wan ên li navçeyê û li bajarên din dijîn hê di bin xirbeyan de ne û got: “Êdî bêhna ceneze ji her derê tê. Cenazeyên xizmên mala xezûrê keça min hê duh ji bin xirbeyan derxistin. Wan di nava poşetên çopê de defin kirin. Hefteyek derbas bû lê hê jî gelek xizmên me di bin xirbeyan de ne. Nikarin wan derbixin. Sê roj alîkarî tunebû lê îro alîkarî heye.”

'Ji erdheja Stenbolê dijwartir bû'

Ji şêniyên gund Filîz Çankaya jî got ku ew bûye şahida erdheja 1999’an a Stenbolê û da zanîn ku ew bi qasî vê erdhejê bi şîdet nebûye. Fîlîz Çankaya diyar kir ku mirov hê jî di bin xirbeyan de ne û got: “Du car redhej çêbû. Em pêxas û bêcilên zivistanê derketin derve. Rewşeke gelek xirab bû. Hûn halê gund dibînin, maleke ku zirarê nedîtibe tune ye. Hemû malên duqat hilweşiyan. Hevalên me dereng hatin. Li vir jin û mêrek di bin xirbeyan de bûn, yekê ji wan derxistin. Erdheja vê carê pir xirab bû.”

Em du rojan birçî li derve man’

Hatîce Yildirim jî got ew du rojên destpêkê bi zarokên xwe re li derve maye û bal kişand ku mirovên di erhejê de li gund jiyana xwe ji dest dane piştî çend rojan cenazeyên wan hatine derxistin û wiha got: “Erdhej pir bi şîdet bû. Em bi qîrîn reviyan derve, du rojan em li derve man, birçî li ber sermayê. Heta niha min tofanek wiha nedîtiye. Yekî ji Sûriyeyê hebû, du xwişkên wê di bin xirbeyan de man.”